Di çanda Kurdan de ‘Hawar’ weke peyv tê wateya daxwaziya alîkariyê. Yanî wateyeke xwe jî ’medet’ e. Di rewşên mîna şer, felaketên mezin û mirinan de çûyina alîkariyê an cihê bûyerê mîna 'hewarî’ tê binavkirin. Wê kêliyê çi kar li ber destan be, an derfet çi dibe bila be mirov beyî hesab û planan bike, mîna refleks ber bi cihê bûyerê ve dibeze. Heger şer be tevî çeka xwe, heger mirin an tiştekî din be bi tedbîra hin derfetên aborî mirov diçin cihê bûyerê û beşdarî yên bûne hedefa êrîşan an mexdûrê felaketê ne dibin.
Hawarî, kêliyên ku mirov dost û dijminê xwe yê rastî ji hev nas dike ye di heman demê de. Kîjan xizim, kîjan dost, kîjan cîran an mirovên li derdorê dilsoz e, rast e, kîjan tenê di gotinê de ye, dema bûyerên giran diqewimin mirov têdigihije. Nakokiyên navbera mirovan di kîjan astê de bin bila bibin, nabe asteng ku mirov bi 'hawar’a hev ve biçin. Heta gelek caran mirovên nakokiyên herî mezin dijîn di demên wisa de piştgiriya hev dikin û ew nakokî vedigerin têkiliyeke nû.
Dîsa di çanda Kurdan de mirovek ji malbatê, ji gund an herêmê heger şaşî û kêmasiyekê bike sererastkirina wê kêmasiyê, an mudaxelekirina kes an derdorên di nava şaşîtiyê de wezîfeya mirov, xizim û derdora wî ye. Heger yên ji derve vê şaşîtiyê bikin hincet û êriş bikin dîsa nakokî li aliyekî dimînin û mirov li dij êrîşa derve piştgiriya hev dikin. Heya dawiyê çareseriyên dostane ferz dikin lê di derketina şer û pevçûnan de girtina aliyê lawaz, qels jî yek ji bedewiyê çanda Kurd e.
Dema min ev nivîs amade dikir, hêzên Iraqê tevî komên Heşdî Şabî li Xûrmatû û Kerkûkê êrîş dibirin ser hêzên Kurd. Bêguman hincet referandûma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê ye. Hêzên ku vê êrîşê koordîne dikin, şik û guman tuneye dewleta Tirk û Îran e. Rêveberiya Bexdayê jî ji vê nanokiyê sûd wergirt û dixwaze vê yekê mîna derfeta desteserkirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê binirxîne. Hedef ne Kerkûk tenê ye, heger rê bibînin û berxwedanek li dij wan bipêş nekeve heta deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) wê ranewestin. Ji xwe İran û Tirkiye ji eniya xwe ve ambargo û ablûka danîne ser başûrê Kurdistanê.
Di derketina vê aloziyê de rol û berpirsiyariya PDK’ê ya ne kêmî ya Tirkiye, Îran û rejîma Bexdayê ye. Ji ber ku mijareke jiyanî ya mîna referandûma serxwebûnê ji bo berjewendiyên hizbî, domandina deshilatdariyê û polîtîkayên hundirîn ên li dij rêxistinên Kurd mîna amûreke îstîsmarê bikar anîn.
Mîna mirovekî hîna beriya du hefteyan li Başûrê Kurdistanê bûm tu hêviya min tuneye ku PDK û hêzên girêdayî wê karibin liberxwe jî bidin. Heta dîrok xwe dûbare bike û di nava hêzên Başûr de xiyanet, teslîmiyet û xwesipartina dijmin ên dagirker jî rû bidin.
Her wiha yek ji kesên li Ewropa û parçeyên din ên Kurdistanê lehengiya li ser compîturan dikirin û ew ‘serxwebûnxwaz’ bûn û yên rêbaza PDK’ê rexne dikirin û PKK bi dijîtiya serxwebûnê û xiyanetê binav dikirin jî ne tevî şer dibe, ne jî ji mala xwe derdikeve û êrîşê protesto dike.
Tevî van tiştan tevan êrîş li dij gelê Başûr û destkeftiyên gelê me ne. Gerîlayên HPG’ê wê bi rihekî fedayî gelê Kerkûkê biparêzin. Her wiha heger pêwist bike YPG-YPJ ya ku PDK wan mîna ‘terorîst’ binav dike, heta ciwanên Şengalê yên ku heman PDK’ê ji DAIŞa hov re kirin qûrban jî wê biçin li wir li ber xwe bidin.
HPG, YPG-YPJ û YBŞ-YJŞ û gel bi sedan şehîd bidin û herêmê rizgar bikin jî mîna Şengalê PDK wê roja dawî bi şovan hewl bide mîna serkeftina xwe nîşan bide û piştî bi mehekê wê bangê terikandina Kerkûkê li berxwedêran bike. Piştî ku rewş aram bû -mîna li Şengalê kir- wê rojekê hin çeteyan bide dora xwe û bêje herêmê biterikînin. Heger derfetê bibîne wê êrîş jî bike.
Tevî ku PDK di vê rewşê de jî ambargoya ser Rojava didomîne, 18 baregehên Tirkiyeyê li ser axa xwe diparêze, tevî heqaret û biçûkxistinên Tayyip Erdogan jî xwe kêm dike û li ber lingê wî digere da hevtînê pêk bîne jî, di rojên giran de erka yên dibêjin em hêzeke Kurdistanî ne, li kû be emê gelê xwe biparêzin ew e ku li ber xwe bidin.
Mîna dema êrîşên DAİŞ’ê yên li Şengal, Mexmûrê çawa gerîlayan li ber xwe da wê di êrîşa rejîma Bexdayê û DAİŞ’a Şiî-Heşdî Şabî de jî gerîla tevî pêşmergeyên biryara takekesî ya berxwedanê bidin û gel Kerkûkê biparêzin. Mîna Kobanê, mîna Şengalê, mîna Reqa û Dêrazorê…
Ji bo demên şer û qewimînên mezin û li dij wan xwe berpirsiyar dîtina mirovên dilsoz gotineke pêşiyên Kurdan heye; ZOR HAT XWEŞÎ BETAL BÛ. Tevî hemû kêmasî, şaşî heta polîtîkayên xizmeta dijmin dike jî ji bo yên li çar aliyê Kurdistanê li ber xwe didin ji xwe ji zû ve zor hatiye û xweşî betal bûye. Heger gelê Kurd, heta gelên mazlûm ên herêmê di bin êrîş û gefa tevkujiyê de bin, ji xwe ji yên xwedî rûmet re xweşî ji zû ve betal bûye… Yên di demên aram de simbêla badidin-zirt û fortê xwe didin beyî teqandina guleyekê jî ji qada şer birevin trajediyên dîrokê yên têkçûn û belavbûnê wê neyên jiyîn. Ji ber ku yên dîrok û çarenûsa Kurd a têkçûn û teslîmbûnê guherîne dîroka berxwedanê jî hene êdî. Mîna berxwedana Kobanê, Şengalê, Reqa, Dêrazor û berxwedana li hemû çiyayên Kurdistanê