15 Gulan, di 2006'an de bi biryara KNK, wek cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin. Ji 2007'an ve ev roj her sal tê pîrozkirin. Wate û girîngiya 15 Gulanê ev e ku Kovara Hawar di vê rojê de ket jiyan û dîroka Kurdan. Wate û girîngiya 15 Gulan'ê Celadet Bedîrxan wiha destnîşan dike." Di vê tarîxê de gazî û hawara Kurdan ji dil û devê wan ketine nav xêz û xezikên çend rûpelan û kovareke kurdî anîne pê. Ji Kurdan re Hawar, Hawareke nû, Hawara zanîn û danzanînê za."

Kovara Hawar ji bo kurdan dibistaneke bû. Ji xwe Celadet jî HAWAR wekî “dibistan”ekê bi nav dike. Her çiqas ji bo Kurdan kovar dibistan be jî ji bo Celadet 'zaningeh' bû. Bi her hejmarekê nû Celadet tiştekî nû diceriband, diafirand. Xuyaye ku Celadet li ser kovarê hûr û kûr dibû. 


'Komar' û 'Kovar'

Celadet pêşî xwest 'komar'ek ava bike, ger 'komara' me di dema Celadet de pêk bihata niha em li ser Hawarê jî nediaxivîn. Lê ya Celadet tenê bi xwestinêkê nema bi xwe jî ji bo avakirina komarekê xebitî, di nava Xoybûnê de  bi awayekî çalak cîh girt. Lê ser ne ket. Vê carê jî Celadet bi xemgînî heman demê bi heviyekê mezin berê xwe da ji bo avakirina 'Qomela Qurdî' belê ev 'Qomel' bi demê re dibe 'kovar' , 'Qurd' jî dibe 'Kurd'. Hawar ji bo tarixçeya Kurdî ne tenê weşanekê jirêzê ye. Hawar him kovareke Kurdî him jî 'komara' zimanê Kurdî bû. Celadet dît ku 'komara' dixwest li ser axa Kurdistanê ava nabe, 'komara ziman' ava kir.Ji xwe nêta wî ya elfabêkê nû jî 'Yekîtîya Kurdan' bû. Li gora hin zanyar û nivîskarên Kurdî jî jixwe Celadet Mîrê vê 'komar'ê ye. Bêguman taybetiya Hawarê ne tene bikaranîna Kurdî ya bi herfên latinî ye .Ger tenê tayetî ev be, "Riya Teze" berê Hawarê dest bi weşana herfên latînî kiribû. Bivê nevê vê rewşê bandora xwe li ser Bakur jî wê bikira.

Gava meriv kovara Hawarê dixwîne, carna digirnije, carnan kelogirî dibe, carna jî bi zanabûna Celadet şanaz dibe. Celadet armanca Hawarê wiha bi lêv dike: "Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike." 

Hawar heta demekê bi du elfabeya derdikeve. Lê bi hejmara 24'ê êdî herfên Erebî û Farîsî diterikîne. Jixwe di hejmara 25'an de ji bilî latînî elfabeyê din wekî 'elfabeya biyanî'  bi nav dike. Kovara Hawar ji her ali ve li kelepora Kurdî gellek tişt zêde kiriye.Meriv dikare Hawar ji her alî vekole, wek mînak: Wêje,bawerî, erdnigarî, zimanzanî, mejû, weşangerî, sîyasî. Mirov dikare li ser vê rezê gelek tist zêde bike. 


Ziman û Hawar 

Celadet xebatên xwe yê zimên bi riya kovarê li ser sê linga mesandiye. Ev sê lling ev bûn ; elfabe, rêziman û ferhangok in.

Elfabe: Jixwe Celadet şoresa xwe ya elfabe, bi derxistina kovarê dike. Di hejmara yekem de Celadet dest bi danasîna elfabeya nû dike. Armanca Celadet bi riya elfabe xwendin û nivîsandina Kurdî hesantir û zelaltir kirin bû. Elfabeya Erebî û Farsî bersiva fonetîka Kurdî nedida, li gor Celadet ji ber vî jî tevlîhevî derdiket di ziman de. Wekî din dewletên Ewrûpa jî herfên Latînî bikardianî. Di van demê de Celadet di 'elfabê' û rêziman' de du tişt guhertiye, yek ji wan tipa 'k' û 'q' ye. Heta hejmara 24'a ew her du herf devsa hevdu tê bikaranîn.Heta hejmara 24'a devsa 'k' 'q' tê biaranîn mînak di bin hawarê wisa derbas dibe peyv “ Qovara Qurdistanê” . Ev guhertin Celadet di hejmara 24 di rûpela yekemîn wek têbîniyekêa wiha bi lev dike:” Di elfabeya me de ev du herf bi hev guherîne: “k” ketiye sûna “q” ê “q” ketiye şûna “k”ê

Rêziman: Celadet ji hejmara 27'an dest bi xebatên xwe Rêziman dike. Di hejmara 27'an de wiha dibêje: ” Di Hawara pêşîn de min elfabiya xwe belav kiri bû. Di vê hejmarê de ezê dest bi belavkirina gramêra xwe bikim. Ev di zimanê Kurdmancî a nivîskî de gaveke nû ye.Ji xwe hîmê zimanekî Ii ser se hêmanên bingehîn sekiniye : elfabê, gramêr û ferheng. Me elfabê belav kir, îro ji dest bi belavkirina gramêrê dikin, ko Xwedê hez kir ferheng jl li pey e."

Ferhengok: Ji ber Kurdî dibû zimanê nivîskî, peyv û têgehên nû jî diket nav zimên. Celadet ji bo xwendavan di xwendinê de zehmetî nekşînin, li ser peyvên nû serxwet bibin, ji hejmara yekem vir de ferhengokeke bi navê Seydayê Gerok an Herekol Azîzan, Ferhengvan weşand. Ferhengok bi awayekî zanistî hatibû amadekirin, her peyv bi watê û zayenda xwe dihat îfadekirin. 


Hawar û Dimilî

Ji bilî xebatên rêzîman, ferhengok û elfabe Celadet li ser zaravayan jî hûr bûye. Soranî jixwe di kovarê de çalak e, gellek nivîskarê navdar jî bi Soranî dinivîse. Lê ya ku taybet du çîrokên Dimilî ye. Celadet di hejmara 23' di nivîsa "Zarê Dumilî û Mewlûda Usman Efendî" de behsa naskirina xwe ya Mela Muhemmed Nezîr dike. Mela Muhemmed Nezîr ji zilma dewleta Tirk baz daye û li Sûriyeyê Celadet nas dike.  Mela Muhammed Nezîr him Kurmancî him jî Dimilî dikaribû biaxiviya. Li wê nivîsê de Celadet du  çîrok bi Dimilî diweşîne. Çîroka yekem bi navê ' Dumiliya Sêwrekê' ye. Celadet ew çîrok bi Mela Nezîr dide wergerandin ji ber diya Mela ji Sêweregê bû û Dimiliya Sêwregê dizanîbû. Çîroka duyemîn jî bi navê 'Dumiliya Palûwî' ye. Ew jî bi danasîna Celadet 'Mihyeddîn xelkê Paloyê ye' dide wergerandin. Celadet ji bilî zaravayan devokan jî wek dewlemendiyek didît ji bo Kurdî lewre jî cudahiya devokên Dimilî jî, bi mînakan dide xuyakirin. 


Selehaddîn û Zerdeşt

Di Kovara Hawarê de serweriya olekê an baweriyekê tune ye, tevahî ol û baweriyên Kurdistanê hembez dike. Di Kovarê de him Zerdeşt û Olê Zerdeştî him jî Îslamiyet dihat vekolin. Celadet ne bi çavekî 'Bawermend' bi çavekî 'Netewperwer' mêze dikir li baweriyên Kurdistanê re. Nivîsek bi navê "Zerdeşt û rêya Zerdeşt" ji pênûsa Kamuran Bedirxan dixuye. 

Celadet jî ji bo Selehaddîn Eyyûbî wiha dinivîse:" Her ev Selaheddîn, mirov û serdarê mezin Selaheddînê me bû. Selaheddîn kurd bû. Ji bona mezinahiya milletekî ma Selaheddînek ne bes e?"

Her wiha Kamuran Bedirxan hadîs û Qûran jî, bo Kurdî wergerandiye. Kamuran Bedirxan ji hejmara 27'an dest pê dike û tefsira Quranê  û Hedisên Pêxember diweşîne. Tefsîra Quranê ji xencî hejmara 52 heta hejmara dawî tê weşandin. Hedîsên Pêxemberan jî heta hejmara 47 dixuye.


Navberdayîna Hawarê 

Kovara Hawar bi temenê xwe ne 11 salî ye. Hê nebibû 5 salî jî. Ji temen, mebest demê weşanê ye. Hawar di sala 1932 heta 1943'a jiyana xwe didomîne. Lê gellek cara navber dide weşana xwe , navbera herî dirêj ya 6 sala ye. Hejmara 26'an meha 8'a sala 1935'an derdikeve û heta 1941 meha 4'a kovar dernakeve. Celadet ji vê navberdayîne pir diêşe lê sedemek zelal jî nade pêş. Tenê em dizanin di sala 1935'an de Celadet bi dotmama xwe Rewşen Bedirxan re zewiciye, belkî ji pirsgirêkên aborî neweşandiye kovarê. Celadet ji bo wan sala bê Hawar ji bo Kurdan wiha tarîf dike:"Xwendevanino, bi kurtî eve dîrokiya heft salên bêhawar, wek heft salên xelayê bê av û bê baran."


ÎBRAHÎM BULAK