Bêrî Şelmaşî derhênereke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Wê filmek li ser Hewlêra serdema Raperîna 1991´ê de çêkir bi navê “Hawarek ji Serban”.

Di filmê de rola esasî ya jineke ciwan e. Tişta filmê balkêş dike ew e ku ji du evîndarên hev, jina ciwan diçe berevaniya xaka Kurdistanê dike, û mêr çaverêya destgirtiya xwe dike.

Ji bo peyama filma xwe Bêrî Şelmaşî dibêje, “Behsa çîroka keçeke bi navê Şîrîn dike ku diçe sengerê şer. Ferhad jî her li serbanî çaverêyê Şîrîn e ku rojekê vegere.”

Di filmê de rola Ferhadî, Îsmaîl Zagros dike ku ji Elmanyayê ye; herçî Şîrîn e, jî aktîrîsta ji Tirkiyeyê, Gonca Karasu ye. Li gorî senaryoya filmê Şîrîn û Ferhad evîndarên hev in.

Film di Festîvala Filman Şarîqeyê de hat nîşandan û derhêner li ser elaqeya ji bo filma xwe got, “Bi vê filmê gelek kes matmayî man. Ne tenê çîrok û êşa jina ciwan a Kurd balkêş e, di heman demê de kolanên kevin ên Hewlêrê wek baştirîn cihên wênegirtina filmên sînemayî bala wan kişand.”

Derhênereke ciwan

Bêrî Şelmaşî ji Rojhilatê Kurdistanê ye, li Fransayê ji dayîk bûye û piştî du meh jidayîkbûna wê, bav û dayîka wê vedigerin çiyê û piştî du salan bi hev re diçin Holandayê. Bêrî jî Holandayê mezin dibe.

Bêrî Şelmaşî li Holandayê tevlî karên sînemayî dibe û li Amsterdam li ser beşa sînemayê mastirê dike. Ew piştre tê Herêma Kurdistanê û li Zanîngeha Selahedînê dibe mamoste.

 

HEWLÊR