Hay ji Qehreman Şukrî nîne
Rojnamevan Qehreman Şukrî ku li Duhokê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin 17 roj in agahî jê nayê girtin.
19’ê Hezîranê di encama bombebarana li gundê Sîda yê navçeya Şeladizê ya Duhokê de 5 sivîl şehîd bûn. Piştî bombebaranê rojnamevan Qehreman Şukrî ji bo şopandina bûyerê çêbû herêmê û 27’ê Hezîranê bi gelek kesan re ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin. Ji wê rojê ve agahî ji Şukrî nayê girtin.
Asayîşa PDK’ê destûr nade ku Şukrî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Her wiha der barê binçavkirina wî de jî tu daxuıyanî nade.
Rêxistinên rojnamevanan dixwazin Şukrî demildest bê berdan. NAVENDA NÛÇEYAN