Li ser nîqaşa posta serokkomariya Iraqê daxuyaniyek li ser navê Hêro Îbrahîm Ehmed belav bûbû ku dihat gotin ew post para YNK’ê ye. Doh Ofîsa Hêro Îbrahîm Ehmed li ser vê yekê daxuyaniyek da û got, ev nivîs bê agahiya Hêro belav bûye.
Beriya belavbûna wê Hêro ya ku digot, serokkomarî mafê kesekî ji YNK´ê ye, hatibû îdîakirin ku PDK Berhem Salih ji bo namzetiya Serokkomariya Iraqê kiribe namzet û YNK jî li ser razî be. Piştî belavbûna vê nivîsê nerazîbûna YNK’ê li ser vê mijarê çêbû.
Doh ofîsa Hêro Îbrahîm Ehmed daxuyaniyek nivîskî da û got, ew nivîsa li ser navê Hêro Îbrahîm Ehmed a ku postê serokkomariya Iraqê ji YNK´ê re dixwest, bê agahiya wê û bê îmzeya wê hatiye belavkirin.
Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê Hêro Îbrahîm Ehmed li ser posta Serokkomariya Iraqê wê daxuyaniyekê bide.
SILÊMANÎ