HDP ya ku bi hezaran siyasetvan û xebatkarê wê zindankirî ne, li her derê li rastî êrîşên dewleta Tirk tê, bi rêjeya ji sedî 11.83 ray bidestxistin. Bi vê serkeftinê jî 67 parlamenter derxistin. HDP li 11 bajarên Kurdan bû partiya yekemîn û li gelek bajarên Tirkiyeyê jî hejmara rayên xwe zêde kir.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi zext û zorên AKP-MHP’ê qediya. Li gorî encamên ne fermî HDP’ê bi rêjeya ji sedî 11.83 dengan benda hilbijartinê şeqitand û 67 parlementer (dibe ku ev hejmar piştre biguhere) derxistin. Namzedê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî ji sedî 8.40 ray stend. Her wiha HDP li 11 bajarên Kurdistanê bû partiya yekemîn û li heft welatên derveyî Tirkiyeyê bû partiya yekemîn. AKP´ê 293, CHP 146, MHP 50 û İYİ Partî jî 44 kursî li Parlamentoya Tirkiyeyê bi dest xistine. Serokê AKP´ê Recep Tayip Erdogan jî bi rêjeya ji sedî 52.59’an dîsa bû serokomarê Tirkiyeyê.
HDP konsepta şer a AKP-MHP benda ji sedî 10 hilweşand. Li gorî rapora ÎHD û TÎHV’ê, 48 saet beriya dengdanê 93 caran êrîş li HDP’ê hatin kirin û yekane partiya ku di dema hilbijartinê de êşkence li endamên wê hate kirin jî HDP bû. 3 HDP’yî hatin kuştin, 49 kes bi lêdanê birîndar bûn. 361 HDP’yî hatin destgîrkirin, 13 hatin girtin. 17 mîtîng û xwepêşandanên HDP’ê hatin qedexekirin. YSK li ser daxwaza walîtiyan, sindoqên ku 144 hezar dengdêr li 19 bajaran dengê xwe biavêjin, bi bahaneya “ewlekariyê” rakirin cihên din. Sindoqên ku bi rêjeya 70-80 ji sedî deng jê ji HDP’ê re derdiketin, birin gundên noker û cerdevanan. Ambargoya medyayê danîn ser HDP’ê. Zext û zordariya desthilatdariya AKP-MHP’ê heta dema dengdanê jî dewam kir.
25 jê jin in
Lê tevî zor û zext, fen û futên AKP û Tayîp Erdogan HDP benda ji sedî 10 derbas kir. Li gorî encamên ne fermî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 11.6 deng stend û 67 wekîl bi dest xistin ku 25 ji van wekîlan jî jin in.
Li 11 bajarên Kurdistanê HDP bû yekemîn
Her wiha HDP bi rêjeya sedî 11.83 li 11 bajarên Kurdistanê jî bû partiya yekemîn. HDP li Îdir, Wan, Colemêrg, Şirnex, Amed, Mêrdin, Dersim, Êlih, Agirî, Sêrt û Mûşê bû partiya yekemîn. Her wiha dengên HDP’ê li metropol û bajarên Tirkiyeyê jî zêde bûn.
Rêjeya dengên HDP’ê ku li Kurdistanê bû yekemîn wiha ye;
Amed: HDP: %65.78, Selahattîn Demîrtaş: % 61.28
Dersim: HDP: %51.25, Selahattîn Demîrtaş: % 21.14
Agirî: HDP: %62.60, Selahattîn Demîrtaş: % 61,28
Mêrdîn: HDP: %59.78, Selahattîn Demîrtaş: % 58. 71
Êlih: HDP: %62.89, Selahattîn Demîrtaş: % 62.59
Şirnex: HDP: %70.79, Selahattîn Demîrtaş: % 72.06
Sêrt: HDP: %51.70, Selahattîn Demîrtaş: % 49.23
Colemêrg: HDP%:70.08, Selahattîn Demîrtaş: %70.82
Wan: HDP: %59.50, Selahattîn Demîrtaş: % 58.38
Îdir: HDP: %43.85, Selahattîn Demîrtaş: % 45.11
Mûş: HDP: %49.81, Selahattîn Demîrtaş: % 53.27
HDP li heft bajaran
Li Elmanyayê 718 hezar, li Fransayê jî 170 hezar û 901 hilbijêrî dengê xwe dan.
Li gorî encamên ne diyar, AKP’ê 52.5 ji sedî yê dengan, CHP’ê 17.3 ê dengan, HDP’ê 16.5 ji sedî yê dengan û MHP‘ê jî 8 ji sedî yê dengên li derveyî Tirkiyeyê stendin.
HDP mîna li gelemperiya Tirkiyeyê, li derveyî welat jî bû partiya sêyemîn. Lê belê li gorî vê tabloyê, dengên HDP’ê li gorî hilbijartina Mijdara 2015’an kêm bûne.
HDP’ê di hibijartinên 24’ê Hezîranê de li derveyî Tirkiye 170 hezar û 231 deng girt. Di hilbijartina Mijdara 2015’an de bi rêjeya 19.1 ji sedî 220 hezar û 59 deng stendibû.
Li Elmanya û Fransayê dengên HDP´ê kêm bûne
Li Elmanyayê ku hilbijêr herî zêde lê ye, rêjeya dengên HDP’ê ji 15.9 ji sedî daket 14 ji sedî. Li Fransayê ji 25 ji sedî daket 23 ji sedî.
HDP’ê li Fînlandiya, Îngilîstan û Iraqê dengê xwe zêde kir.
Li heft welatan
Heft welatên ku HDP lê bû partiya yekemîn: Îngilîstan (%48), Fînlandiya (%49.2), Iraq (%47.9), Swîsre (%39.7), Îtalya (%35.2), Japonya (%44.3), Ûkrayna (%39.5).
HDP’ê tevî vê yekê li van welatan jî bi rêjeyeke bilind deng stend: Swîsre %35.2, Kanada %31.7, Yewnanîstan %33.9, Romanya %26.5, Bahreyn %25.8, Îrlanda %24.8, DYA %20.6, Federasyona Rûsya %19.5, Çîn %18.6.
NAVENDA NÛÇEYAN
Lîsteya parlamenterên HDP’yî
EDENE
Tulay Hatimogûllari Orûç
Kemal Pekoz
AGIRÎ
Berdan Ozturk
Dîrayet Dîlan Taşdemîr
Abdûllah Koç
ENQERE-1
Fîlîz Kerestecîoglû Demîr
ANTALYA
Kemal Bulbul
ÇEWLIG
Erdal Aydemîr
BEDLÎS
Mahmût Celadet Gaydali
AMED
Adnan Selçûk Mizrakli
Salîha Aydenîz
Îmam Taşçier
Remziye Tosûn
Hîşyar Ozsoy
Semra Guzel
Garo Paylan
Dersîm Dag
Mûsa Farîsogûllari
DÎLOK
Mahmût Togrûl
COLEMÊRG
Leyla Guven
Saît Dede
Ozgur Zeydanoglû
HATAY
Bariş Atay Mengulluoglû
MERSÎN
Fatma Kûrtûlan
Ridvan Tûran
STENBOL-1
Pervîn Bûldan
Mûsa Pîroglû
Erkan Baş
Erol Katircioglû
STENBOL-2
Ahmet Şik
Oya Ersoy
Huda Kaya
STENBOL-3
Zeynel Ozen
Dîlşat Canbaz Kaya
Hakki Sarûhan Olûç
Alî Kenanoglû
Zuleyha Gulum
ÎZMÎR-1
Serpîl Kemalbay Pekgozegu
ÎZMÎR-2
Mûrat Çepnî
QERS
Ayhan Bîlgen
KOCAELÎ
Omer Farûk Gergerlîoglû
MÊRDÎN
Mîthat Sancar
Pero Dundar
Tûma Çelîk
Ebrû Gunay
MÛŞ
Gulîstan Kiliç Koçyîgît
Mensûr Işik
SÊRT
Meral Daniş Beştaş
Sidik Taş
DERSIM
Alîcan Onlu
RIHA
Nîmetûllah Erdogmûş
Ayşe Surucu
Nûsrettîn Maçîn
Omer Ocalan
WAN
Sezaî Temellî
Bedîa Ozgokçe Ertan
Mûrat Sarisaç
Mûazzez Orhan
Tayîp Temel
ÊLIH
Feleknas Ûca
Necdet Îpekyuz
Ayşe Acar Başaran
Mehmet Ruştu Tîryakî
ŞIRNEX
Hasan Ozguneş
Nûran Îmîr
Huseyîn Kaçmaz
ÎDIR
Habîp Eksîk