HDP li ser rêya rast û edaletê ye
DENÎZ ÎKE
ANF/IZMÎR
Namzetê HDP'ê yê Izmîrê îlahiyatnas Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay got, ess mesele ne ew e ku mirov navê Îslamê bilêv bike, ya girîng ew e ku mirov li gorî Îslamê bijî. Her wiha Tûrgay diyar kir ku partiya nêzî rêgezên Quranê HDP ye.
Tûrgay diyar kir ku li ba HDP'ê her kes weke hev in, lewma wî jî xwestiye bibe parçeyek ji vê felsefa jiyanê û got, "Li gorî baweriya min û tişta ku min ji Qurana pîroz fêm kiriye, xwedayê tevahiya mirovan, xwedayê mezin û xwedayê Rebil Alemîn e. Ferqê naxe nava ti mirovan. Ji roja ez hîn bûme û heta roja îro, li Tirkiyeyê ti carî hikûmetan weke hev li mirovan nenêriye û her tim ferq û cudahî xistiye nava mirovan. Cudahî xistine nava hemû ol û baweriyan. Wekî din cudahî xistine nava Kurd û Tirkan. Ji zarokatiya min û vir ve ji ber ku ez Kurd im, her tim hatim vederkirin. Ti carî bi çavê hevaltî û biratiyê li min nenêrîn, di dema wezîfeya min de jî min her tim ev yek dît. Ji bo ku hemû beşên civakê di nava HDP’ê de hene û weke hevdû nêzî hemû mirovan dibin, ez jî li vir im û dixwazim bibim parçeyek ji vî rengê jiyanê. Çawa Qurana pîroz ferqê naxe nava mirovan, HDP jî wiha nêzî mirovan dibe. Ez jî weke bawermendekî li nava HDP'ê me."
Aramî û xweşî di nava HDP'ê de ye
Tûrgay da zanîn ku rêya aramî û xweşiyê di nava HDP'ê de ye û wiha peyivî: "Çawa ku xwedayê mezin ferman dike ku hemû mirov di nava aramî û aştiyê de bijî, HDP jî li ser rêya rast û edaletê ye. Ti ferqa partiyên din ji hevdû tine ye, weke tifaqa AKP-MHP'ê ji xwe ti ferqa wan ji hev nîne. Ev tifaq jî raste rast li dijî Kurdan e. Ji dîrokê heta niha Kurd têne kuştin û komkujî li wan tê kirin. Kesên ku dengê xwe didin AKP'ê di heman demê de dengê xwe didin hişmendiya faşîst a MHP'ê. Di dema berxwedana xwerêveberiyê de Bahçelî digot, 'Li Kurdistanê kevir li ser kevir nehêlin, serî li ser bedenê nehêlin'. Divê hemû gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê ji vê hişmendiya kujer û faşîst xwe vegirin û berê xwe bidin baxçeyê azadiyê."
AKP dîn weke amûrekê bi kar tîne
Tûrgay li ser xebatên hilbijartinê yên li Izmîrê jî axivî û got: "Zêdetirî 10 rojan e ku ez li Izmîrê me, kelecana hilbijêran di asta herî bilind de ye û her kes li dora HDP'ê bûye zincîr û li her derê bi kelecaneke mezin em tên pêşwazîkirin. Ez bang li hemû bawermendan dikim ku rûyê rast ê AKP'ê bibînin û ji baweriya wan a dîn bawer nekin. Ji ber ku 16 sal in AKP dîn weke amûrekê bi kar tîne. Ez ji gelê Izmîrê bawer dikim êdî weke berê ji AKP’ê bawer nake û wê xwedî li îradeya xwe û baweriya xwe derkevin. Partiya ku herî nêzî wan rêgezên Quranê yên ez ji wan fêm dikim, HDP ye. Ya girîng ne ew e ku mirov navê Îslamê bi kar bîne, a gîrîng mirov li gor Îslamê bijî."