Buldan: Êrişa li dijî Qendîlê wê krîzên Tirkiyeyê mezintir bike. Divê berî her tiştî pirsgirêka gelê Kurd çareser bikin. Ji bo pirsgirêka gelê Kurd, divê rêbazên demokratîk ên çareserker bên bikaranîn. OZGUR PAKSOY / MUJDAT CAN MA/WAN Hevseroka Giştî ya HDP’ê, Pervîn Buldan diyar kir ku li dijî faşîzma bisazîbûyî, tekane hêvî HDP ye û got, “Jixwe rewşa CHP û partiyên din ên mixalif li holê ye. Em ê di serdema nû de bi gel re têkoşîna xwe xurt bikin. Mîna Birêz Ocalan jî gotî heger pirsgirêka Kurd çareser nebe, dê Tirkiye ber bikendalê ve biçe. Îro hemû nêrînên Birêz Ocalan yek bi yek pêk tên. Tecrîtek mezin li ser Ocalan heye. Ji wî bi tu awayî agahî nayên girtin. A rastî divê berî her tiştî tecrîta li ser Birêz Ocalan bê rakirin.” Kampa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê bi pêkhatina Pergala Hikûmeta Serokkomariyê re, ji bo diyarkirina xeta xwe ya siyasî û têkoşînê di navbera 20 û 22’yê Tîrmehê de bi rê ve çû. Di kampê de li ser rewşa siyasî ya Tirkiyeyê nîqaşên pirr girîng hatin kirin. HDP´ê encama van nîşaqan dê di navbara 28 û 29’ê Tîrmehê de pêşkêşî civîna Meclîsa Partiyê bike. Hevseroka Giştî ya HDP’ê, Pervîn Buldan diyar kir ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo paşeroja Tirkiyeyê hilbijartineke girîng bû û got, “Ligel hemû tiştên neerênî, krîmînalîze kirina HDP’ê û polîtîkayên tinehesibandina HDP’ê jî, me serketineke mezin bi dest xist. Me bi tena serê xwe benda hilbijartina ji sedî 10 derbas kir û 67 parlamenter çûn Meclîsê. Bi guhertina pergala nû re, HDP’ê xeta xwe ya polîtîk û têkoşînê li Wanê diyar kir. Hem ji bo jinan û hem jî ji bo giştî, me nîqaşên girîng bi rê ve birin.” Bi gelê xwe re em ê faşîzmê têk bibin Pervîn Buldan anî ziman ku Meclîs girêdayî Qesrê bûye û wiha axivî: “Kabîneya hikûmetê ya hat avakirin, kabîneya şer û bazirganiyê ye. Ji ber vê, li pêş me serdem û pêvajoyeke zor heye. Divê em mixalifeta civakî bi hêz bikin û siyaseta demokratîk bixin pratîkê. Ji ber vê, em ê bi gelê xwe siyasetê bikin. Ya girîng bi gel re hatina gel hev e, û bi gel re destwerdana vê pêvajoyê ye. Li pêşiya me faşîzmeke sazîbûyî heye û tenê em bi gelê xwe dikarin vê faşîzmê berteref bikin. Li dijî faşîzma bisazîbûyî, tekane hêvî HDP ye.” Buldan bi bîr xist ku 6 milyon mirovan dengê xwe daye HDP´ê, û got, “Ji vir û pê ve li Tirkiyeyê dê parlamenek bêyî HDP’ê tine be. Hemû hêvî bi HDP’ê ve hatine girêdan. Ligel xebatên parlamentoyê, em ê di warên wekhevî, azadî û demokrasiyê de jî têkoşîna xwe bi gelê xwe re bi rê ve bibin.”   Rewşa Awarte sîleha AKP´ê bû  Buldan bal kişand ser rakirina Rewşa Awarte jî û got, “Li Kurdistanê ti carî Rewşa Awarte bi dawî nebû. Bi Rewşa Awarte re êrişî hemû mixalifên Tirkiyeyê kirin. Lê em ê bi hev re karibin li dijî vê yekê jî derkevin û bi ser kevin.” Divê tecrîd bi dawî bibe Buldan, qala pirsgirêka gelê Kurd jî kir û wiha peyivî: “Ji ber ku pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, her ku diçe pirsgirêk mezintir dibin. Çawa ku Birêz Ocalan jî got, heger pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tirkiye wê ber bi kendalê ve here. Piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatin qûtkirin û pêvajoya şer dest pê kir. Gelek bûyer li Sûriye û Iraqê jî qewimîn. Heger pêvajoya çareseriyê dewam bikira, rewşa Tirkiyeyê niha ne wisan bû. Weke Birêz Ocalan jî gotî, heya ev pirsgirêk çareser nebe li Tirkiyeyê dawî wê li krîzanneyê. Va ye îro li Tirkiyeyê krîzeke mezin heye. Îro hemû pêşdîtinên Birêz Ocalan yek bi yek pêk tên. Tecrîteke mezin li ser Ocalan heye. Ji wî bi ti awayî agahî nayên wergirtin. Ya rastî, divê berî her tiştî tecrîdkirina li ser Birêz Ocalan bê rakirin.” Çareserî pêkan e  Buldan îşaret bi zextên li HDP´ê kir, got, 4 parlamenterên wan ji ber çûna taziyeyan ketine berlêpirsînê, û ew ê ji van zextan netirsin û li ser ya xwe bin. Ji bo biryara li ser parlamentera HDP´ê ya Colemêrgê, Leyla Guven jî got, “Di heman demê de girtina Leyla Guven ne biryareke ji rêzê ye. Biryareke siyasî ye. Gelê Colemêrgê bi vîna xwe Guven hilbijart. Ew vîna wî gelî ye û divê bê berdan.” Buldan, di dawiya axaftina xwe de îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî kir û got, “Êrişa li ser Qendîlê wê krîzên Tirkiyeyê mezintir bike. Pirsgirêk bi şer nayên çareser kirin, bi diyalogê tenê çareser dibin. Ji ber vê yekê, divê berî her tiştî pirsgirêka gelê Kurd çareser bikin. Ji bo pirsgirêka gelê Kurd divê rêbazên demokratîk ên çareserker bên bikaranîn.”