Li Swêdê beriya dengdana ku 16-17’ê Hezîranê wê bê kirin, HDP’ê haziriyên xwe qedandin, ji bo ku mişahidiyê bikin 50 kes peywirdar kirin.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Stockhomê li ser mijarê civînek hate kirin û kesên ku wê li ser sindoqan mişahidiyê bikin, hatin perwerdekirin.
Di civînê de ji mişahidan hate xwestin ku ewlehiya sindoqê biparêzin, destûrê nedin dek û dolabên li ser sindoqê û xwedî li dengên HDP’ê derkevin.
Hasan Bozlak ku di Komîteya Swêdê ya HDP’ê de cih digire, got, 300 dildarên HDP’ê van du mehên dawî, ji 39 hezar hilbijêran, yek bi yek xwe gihandin 10 hezarî û diyar kir ku hem dildarên HDP’ê û hem jî Kurdistanî, dostên wan bi hişmendiya girîngiya hilbijartina 24’ê Hezîranê tevdigerin.
Komîteya Hilbijartinê ya HDP’ê her wiha bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê kir ku 16-17’ê Hezîranê tevlî Fuara Kîstayê bibin.
ANF/STOCKHOLM