HDP navnîşana reng û baweriyan e
DENÎZ ÎKE
ANF/RIHA
Namzetê HDP’ê yê Rihayê, Omer Ocalan diyar kir ku HDP sîwana tevahiya gelên Tirkiyeyê ye û anî ziman ku HDP navnîşana tifaqa wijdan a gelan e.
Namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê rêza 4’emîn ê Rihayê û Biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Ocalan, derbarê namzetiya xwe û polîtîkayên HDP’ê de got, HDP navnîşana reng û hemû baweriyan e û wiha axivî: “HDP sîwana tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. HDP navnîşana tifaqa wijdan a gelan e. Çi Kurd, Ereb, Sûryanî, çi Elewî, Êzîdî û Misilman, cihê hemû ol bawerî û neteweyan di bin sîwana HDP’ê de heye. Cudabûna HDP’ê weke dewlemendiyeke li ser vê xakê ye. Projeya HDP’ê vegere cewhera mirovahiyê ye, ji bo vê jî cihê me di HDP’ê de heye û ne îro, bi salan e em dibin sîwana vê rêxistinê de xebatên siyasetê dimeşînin. HDP navnîşana demokrasî, azadî, aştî û edalete ye. Her kes xwedî yek fikrî ye ku hikûmeta AKP’ê ti tişt ji gel re neanî û pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi HDP’ê heye.”
Ocalan baweriya bi xwe û partiya xwe jî wiha îfade kir: “Bila AKP bizane, HDP li Rihayê wê bibe partiya yekemîn û dengên serokomariyê jî wê ji bo Demîrtaş bên dayîn.”
Çareserî HDP ye
Ocalan bal kişand ser pirsgirêkên Tirkiye û rêbazên çareseriyê û da zanîn ku tenê rêya çareseriyê HDP ye. Ocalan bilêv kir ku destpêkê li vî welatî pirsgirêka Kurd heye û wiha dewam kir: “Li vî welatî pirsgirêka Kurd, Ereb, Elewî, Êzîdî, Sûryanî û Tirkan heye. Hikûmeta AKP’ê berê xwe daye şer û amûrên şer bê navber dikirin. Li vî welatî pirgirêka gelan heye, pêdîvî bi amûrên şer tineye. Projeyên HDP’ê ji bo tevahiya Tirkiyeyê hene û bi HDP’ê re paşerojeke vekirî li benda Tirkiyeyê ye.”
Ocalan got, ji ber siyasetên AKP´ê û israr di şer û polîtîkayên tinekirinê de xelk xizan dibe û HDP wê vê rewşê biguhere.
Gel wê hesabê tecrîdê bipirse
Ocalan li ser xebatên hilbijartinê yên Rihayê jî axivî û got: Daxwazeke vî gelî heye, tenê dixwazin di nava aramî û aştiyê de bijîn. Cihên ku em diçin li hemberî AKP’ê bi hêrs in û ji bo vê jî li her derê bi dil germî em tên pêşwazîkirin. Em ê di 24’ê Hezîranê de bi serkevin.”
Ocalan li ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî axivî û got: “Gelê Kurd wê hesabê tecrîdê di 24’ê Hezîranê de di sindoqan de bipirse. Kilîta aramî û aştiya Tirkiyeyê li Îmraliyê ye. Gelê Kurd weke her demê li rêberê xwe xwedî derdikeve û bersiva vê ya herî xurt jî 24’ê Hezîranê wê bê dayîn.”