Mêvanên beşdarî kongreya HDP’ê ya yekşema bihurî bûn, dibêjin, kongreyê hêviyeke mezin afirand û peyama herî grîng jî ew bû ku “vîna gel” nikare bê desteserkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kongreya Asayî ya 4´an li Enqereyê bi beşdariya xelkê û mêvanan a bi coş û qelebalix pêk hat. Qederê 30 hezar kesî beşdarî kongreyê bûn.Di nava beşdaran de wekî din gelek nivîskar, rewşenbîr, hiqûqnas û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî beşdarî kongreyê bûn. Beşdaran kongreya HDP’ê nirxand.
´Me meşa serketina azadiyê dît´
Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan Akin Bîrdal da zanîn ku di kongreyê de aştî û demokrasî hat destnîşankirin û got: “Bi ya min tişta herî girîng ew bû ku biryardarî hat destnîşankirin. Me meşa serketina azadî, demokrasî û aştiyê dît. Divê bersiva daxwazên hatin kirin, were dayîn û dîsa pêvajoyeke diyalogê were destpêkirin. Divê ev dereng nemîne.”
´Nikarin daxwaza azadiyê tine bikin´
Mêvanê kongreyê, nivîskar Fîkret Başkaya jî got, “Tevgereke ewqasî di bin zextan de hebûna xwe da nîşan. Li hola kongreyê min germahiya însanên polîtîk bûne, dît. Çiqas dixwazin, bila zextan bikin, lê nikarin daxwaza azadiyê ya vî gelî tine bikin. Li gel hemû zehmetiyan jî wê ji cihê maye bidomîne. Teqez wê bi ser keve.”
´Peyama li dijî faşîzmê hat dayîn´
Hevseroka Malên Gel, Dilşad Aktaş jî got tevî hemû zextan jî kongre bi hêz û coş pêk hat û ev bersiva herî baş ji bo îqtîdarê bû. Aktaş serketin ji HDP’ê re xwest û got: “Peyama herî xurt, vîna gel bû. Yanî vîna gel mohra xwe li kongreyê da û peyama li dijî faşîzmê hat dayîn.”
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî behsa atmosfera bi coş a kongreyê kir û got: “Girseyîbûn û coşa kongreyê da nîşan ku bi qeyûman nikarin vîna gel teslîm bigirin û bişikînin.”
´Doza gelê KUrd bi hêz dimeşe´
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî got, “Kongreya HDP’ê li gel hemû zext, girtin, zordestî, qeyûm û hemû cûre neheqiyan jî bi hêvî û coşeke mezin pêk hat. Gelê me ev peyam da; hûn nikarin îradeya gelê Kurd û siyaseta gelê Kurd bi zext, zordestî, tundî û qeyûman asteng bikin. Doza gelê Kurd tevî hemû zordariyan jî bi hêz tê û dimeşe.”
Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî got, hêvî û peyamên dihat xwestin hatin dayîn.
Serokê Giştî yê Genel-Îş´ê Remzî Çalikan jî got, “Coş û peyama gel got divê êdî zextên li ser vîna min bi dawî bibin. Biratî û aştî derket pêş. Divê partiyên siyasî hemû bersiva daxwazên kongreya HDP’ê bi awayekî erênî bidin.”
MA/ENQERE