Fîkret Îgrek: Îradeya civaka me kir ku di nava civaka me ya Êzîdî ya li dîasporayê de jî hêviyek ji bo Êzîdxaneke xweser çêbe ku rojekê berê xwe bidin wê derê. Me gavên pîroz avêtin ji bo bibêjin, qedera me wê di destê me de be.
Hevserokê MŞD´ê Fîkret Îgrek got, qirrkirina li dijî Êzîdiyan hîna dewam dike û bidawîkirina wê bi qebûlkirina statuya xweseriya demokratîk a Şengalê mumkin e.
Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) piştî Fermana 3´yê Tebaxê Adara 2015´an hatibû damezrandin û ji armancên wê yên sereke ye ku Ferman li her derê weke qirrkirin bê qebûlkirin, berpirsiyar bên dadgehkirin, Şengal ava bibe, Şengalî karibin vegerin Êzîdxanê û statuya Şengalê ya xweseriya demokratîk bê qebûlkirin. Hevserokê wê Fîkret Îgrek li ser xebatên xwe yên dîplomatîk û hewldanên MŞD´ê peyivî.
Îgret bi bîr xist ku MŞD´ê di kongreya yekê ya 15´ê Adara 2015´an de danqebûlkirina qirrkirinê di asta navneteweyî de, misogerkirina statuya xweseriya Şengalê, dadgehkirina sûcdar û berpirsiyarên qirrkirinê, qebûlkirina YBŞ/YJŞ´ê weke hezên parastina Şengale û jinûveavakirina Şengalê weke xisûsên sereke diyar kiribûn. Wî weha behsa hewldanên xwe kir: “Li ser van xisûsan me dosya amade kirin, li raya giştî eşkere kirin, ew ji Emerîka,Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û wezaretên welatên Ewrûpayê re şandin.”
Tehlûke dewam dike
Bi ya Îgret qirrkirine dewam dike: “Lê îro jî siyasetên li ser Şengalê tehlûke, tên meşandin. Fermana 3´yê Tebaxê bi destê DAIŞ´ê neçû serî. Di serî de devleta Tirk û hevkarên wê êrişan dikin. Ji ber vê MŞD´ê hewdîtin û konferans kirin. Ji bo xweseriya Deşta Nînowê, Şengal, Cihe Suryanî û Kildaniyan li Parlamena Ewrûpayê deklarasyonek hate îmzekirin. Konseya Ewrûpayê ew deklarasyon kir rojeva xwe û 4´ê Tîrmeha 2017´an destek dayê. PDK ji biryarê nerazî bû.
16´ê Hezîranê 2016´an NY´yê qirrkirina Êzîdiyan qebûl kiriye. Têkiliyên me bi NY´yê re dewam dikin. Mijdara 2018´an raporeke NY´yê digot, qirrkirina li dijî civaka Êzîdî dewam dike. Em wisa hizir dikin ku ew îşaret bi hêzên weke AKP û PDK´ê dikin, ku dixwazin hîna jî qirrkirineke mîna ya 3´yê Tebaxê pêk bînin, bi siyasetên qirêj herêmê vala bikin. Me ji van siyasetên qirêj tevan ên weke bombebarankirinên li dijî Şengalê, êrişên wan çeteyên bi navê Pêşmergeyên Roj, dîsa şehîdkirina Mam Zekî ku li dijî îradeya gelê Êzîdxanê hemûyî bû, nerazîbûna xwe nîşan da. Me welatên Ewrûpa, Emerîka, NY û hikûmeta Iraqê jî rexne kir.”
Hêviya xweseriyê û vegerê çêbû
Fîkret Îgrek got, ev êriş heta niha şikestine: “Bi êrişên nexasim 2017 û 2018´an dixwestin îradeya civaka me bişikînin, wê bitirsînin, herêmê vala bikin. Dewleta Tirk, AKP´ê gelek senaryo kirin dewrê. Lê belê îradeya civaka me ya xwedî biryar, xwedî parastin, êdî kir ku di nava civaka me ya Êzîdî ya li Dîasporayê de jî hêviyek ji bo Êzîdxaneke xweser çêbe ku rojekê berê xwe bidin wê derê. Li aliyê din pergala koletiyê ya sedsalan jî me dirand, me gavên pîroz avêtin ji bo bibêjin, qedera me wê di destê me de be. Ev yek moral û motîvasyonê dide civaka Êzîdî li Dîasporayê û her weha Êzîdiyên di wargehên penaberan ên li Başûrê Kurdistanê de jî.”
Hikûmeta Iraqê bi erkên xwe ranabe
Hevserokê MŞD´ê Fîkret Îgrek li ser xebatên xwe yên li pêşiya xwe jî ev agahî dan: “Îlonê, konferans wê ligel Neteweyên Yekbûyî çêbin. Ji bo avakirin û ewlehiya Şengalê, ji boyî civaka me nexasim jî ji bo qederê 200 hezar mirovên li wargehên penaberan karibin vegerin Şengalê, hewldanên me wê hebin.
Ji bilî vê li Parlamena Ewrûpayê Îlonê hevdîtinên me wê bi aliyên siyasî re çêbin û îhtîmal e konferansek jî bi rê ve biçe. Em ê bi wezaretên hin dewletan re jî rûnin. Em beriya demekê bi wezareta karên derve ya Holandayê re rûniştin, me daxwaz ji wan kiriye ku zextê li Bexdayê bikin da ku Bexda daxwazên civaka me pêk bîne. Hikûmeta Iraqê dizane çi hatiye serê civaka Êzîdî û haya wê ji êş, zor û zehmetiyên civaka Êzîdî heye. Tevî vê jî gav nediavêtin. Digot, hikûmeta me nehatiye damezrandin ku hat damezrandin em ê hin gavan biavêjin. Yanî di rojeva me de ye ku zext li hikûmeta Iraqê bê kirin û em li ser tehlûkeyên li ser Şengalê bisekinin.”
Girîngiya statuya Şengalê ji bo Kurdistanê jî Îgrek wiha îfade kir: “25´ê Hezîranê Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a KNK´ê civiya. Hingê statuta Şengalê ketiye rojeva me. Yanî hem ya saziyên Êzîdî ye, lê her weha ketiye rojeva saziyên Kurdistanî jî. Armanc ew e ku statuya Şengalê zû pêk bê.”
AYSEL AVESTA / NAVENDA NÛÇEYAN