Bûyerên ku li derdora me diqewimin çi nîşanî me didin? Bi rastî rave û şîrovekirina van bûyeran ewende ne hêsan e. Ligel hin bûyer û qewimînên ku hêviyê didin mirov, gelek bûyerên hêvîkuj jî hene. Gelo Kurd dê îcar karibin çarenûsa xwe ya reş biguhêrin û hebûna xwe mîsoger bikin? Pirsa girîng ev e.

Bi dehsalan e, Kurd li ber xwe didin. Digel hemû zilm û zordariyan, kuştin û qirkirinan li ber zordaran serê xwe natewînin, serşoriyê napejirînin. Ev berxwedan nahêle ku hebûna Kurdan jî wekî rewşa hinek gelên din dakeve asta “hebû û tune bû”. Lê ev têkoşîn û berxwedan têra wê nake ku Kurd çareseriyê li ser dagirkeran ferz bikin û mafên xwe bi dest bixin.
Dema ku hêzên împeryalîst û desthilatdar ên cîhanê reng û rûyekî nû dida Rojhilata Navîn anku di destpêka sedsala 20’an de civaka Kurd di xeweke giran de bû. Hinek rewşenbîrên Kurd li Stenbolê hişyar bûbûn, sazî û dezgeh ava dikirin, kovar û rojname derdixistin.
Lê ew jî bi piranî zarok û neviyên mîr û malmezinan bûn. Têkiliyên wan bi Kurdistanê re, bi gelê Kurd re pir qels û lawaz bûn. Wan jî gel bi rêxistin nedikir, ji gel zêdetir bala wan li ser malmezin û giregiran bû. Di navbera wan de jî nakokî hebûn. Bi kurtasî têkoşîna neteweyî nebûbû têkoşîneke gelêrî, bi tenê di nav komek rewşenbîr û xwendeyan de mabû.
Kurd ji aliyê leşkerî ve jî ne rêxistinkirî bûn. Mîrnîşînên Kurdan hemû têk çûbûn. Li şûna wan waliyên ji derve hatibûn bicihkirin, hêzên leşkerî yên mîrnîşînan hatibûn belavkirin, li şûna wan Alayên Hemîdî hatibûn avakirin. Kesên xwende jî bi piranî li Stenbolê perwerde bûbûn. Bi kurtebirî belkî Kurd bi awayê ku desthilatdaran digot, hê negihaştibûn wê astê ku karibin çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin û xwe bi rê ve bibin.
Îro têkoşîna Kurdan ji vê qonaxê derbas bûye. Kurd êdî nîşanî her kesî didin ku rewşa berê napejirînin, êdî dixwazin çarenûsa xwe bi destên xwe diyar bikin. Di warê siyasî û leşkerî de heta radeyekê bi rêxistin bûne. Li başûrê Kurdistanê ji sala 1991’ê heta 2003’yan bi awayekî de facto ji sala 2003’yan heta niha jî bi awayekî fermî xwe bi rê ve dibin.
Îro li başûrê Kurdistanê bi awayekî de facto dewleteke Kurdan heye. Li Rojava niha gelek bajar di bin destê Kurdan de ne. Li bakurê Kurdistanê li gelek bajar û bajarokan şaredarî di destên Kurdan de ne. Di parlamentoyê de komeke wan heye. Li Îranê hêza herî birêxistinkirî û çalak Kurd in.
Lê belê hê jî Kurd ne xwediyê rêxistineke hevgirtî ne. Hê jî wan konferanseke neteweyî pêk neaniye, kongreyeke neteweyî ava nekiriye, destûreke vê kongreyê, organên wê ava nekirine. Heke em bi taybetî bala xwe bidin bakurê Kurdistanê, li wir jî rêxistina siyasî û leşkerî heye. Lê belê rêxistina civakî, aborî, çandî gelekî qels e. Saziyên çandî, aborî û civakî yên Kurdan pir qels û marjînal in.
Lê divê bê zanîn ku Kurd dê bi sazî û dezgehên civakî, çandî û aborî hebûna xwe mîsoger û domdar bikin. Nemaze nasnameya çandî gelekî girîng e. Heke nasnameya çandî neyê parastin û bipêşvebirin, Kurd nikarin hebûna xwe biparêzin. Xelkê di bin erdê de dibistan ava kirine, em digel ev qas derfetan nikarin dibistaneke Kurdî ava bikin.  Ji bo dabînkirina hebûna xwe û diyarkirina çarenûsa xwe divê em wekî civak xwe zêdetir bi rêxistin bikin û nasnameya xwe ya çandî biparêzin û bi pêş ve bibin.
Têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê me nêzî hev dike, me dike xwedanê hest û ramanên hevpar, sazî û projeyên civakî û aborî hevgirtina me bi goşt û hestî dike û  divê em bizanin ku çand û zimanê me anku nasnameya me ya çandî  hebûna mayende dikin. Lewre jî divê xwe li gorî wê birêxistin bikin û têkoşîna wan rengîn û zengîntir bikin.