Radyoya Dengê Emerîkayê li ser zimanê wezîrê parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Patrick Shanahan got, “Rêxistina DAIŞ`ê hebûneke xwe ya cihanî ya xurt heye. Şervanên QSD`ê di baregehên dawî yên DAIŞ`ê de li rojhilatê Sûriyê, çeteyên wê tine dikin.”
Patrick Shanahan ji rojnamegerên ku bi wî re çûne Efxanistanê re got, di çarçoveya operasyonên eskerî de qewmînên li Sûriyê tê wateya jihevdexistina DAIŞ´ê û wiha dewam kir: “Em li Sûriyê bi awayekî pirr mezin li geliyê çemê Firata Navîn bi pêş ve diçin.”
Hefteya derbasbûyî, wezîrê karên derve yê Emerîkayê Michael Pompeo hewl da ku hevalbendên xwe rehet bike ku Dewletên Yekbûyî dema hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, dev ji erka tinekirina çeteyên DAIŞ`ê bernade.
Patrick Shanahan roja duşemê got, ew ê di vê hefteyê de bi hevalbendên xwe yên NATO`yê re der barê alîkarî û operasyonên ewlehiyê de ya piştî vekişîna hêzên xwe nîqaş bikin.
WASHINGTON