Di konferansên Parlamentoya Ewrûpayê de dagirkeriya Tirk û vizyona Kurdan a bi rengê çareseriya li krîzên Rojhilata Navîn hate nirxandin. Beşdaran dagirkeriya Tirk a li Efrînê şermezar kir û bang li peywirdaran kir ku cezayê pêwîst li Tirkiyeyê bibirin.

Li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi taybetî yên li ser Efrînê, polîtîkayên mêtingeriyê û vîzyona Kurdan a ji bo çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn, li Parlamenta Ewrûpayê konferansek hate lidarxistin. Hiqûqnas, akademîsyen û siyasetmedar weke qiseker tevlî konferansê bûn. Qisekeran dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, rewşa Efrînê ya beriya dagirkeriyê û encamên dagirkeriyê nirxandin. Di konferansê de bêdengiya welatên rojavayî hate şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Komîsyona Hemwelatiyan a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê (EÛTCC), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Enstîtiya Kurdan a Brukselê, KURD-AKAD’ê pêşengî ji konferansa li ser li Rojhilata Navîn û vîzyona çareseriyê ya demokratîk a Kurdan re kirin. Partiyên GÛE-NGL Û S&D ên Parlementoya Ewrûpayê jî piştgirî konferansê bûn.

Operasyonên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û perspektîfên çareseriyê yên Kurdan bû rojeva konferansê.

Siyasetmedar, akademîsyen, hiqûqnas û nûnerên Federasyona Bakurê Sûriyeyê axivîn.

Paqijiya etnîkî

Serokê EÛTCC’ê yê Norwecê Karîane Westrheîm bal kişand ser dagirkeriya Tirkan a li ser Efrînê û bi sed hezaran kesên ku ji ber êrîşan warên xwe terikandine. Westrheîm diyar kir ku duyemîn artêşa mezin a NATO’yê bi mehan li herêmê ma û got “Li vê derê em dibînin ku, paqijiya etnîkî heye, mêtingerî heye, koçberiya bi darê zorê heye. Lê ew ê Kurd stûyê xwe xwar nekin û ew ê berxwedana wan a wêrek bidome.”

Weshtrheîm diyar kir ku hêzên li Tirkiyeyê û yên li derveyî Tirkiyeyê divê werin ba hev û xwedî li demokrasiyê derkevin û got: “Divê em li hemberî her cureyên faşîzmê li ber xwe bidin. Divê em çareseriyekê ji krîza li Rojhilata Navîn re bibînin.”

Kurdan em jî parastin

Li ser navê Kesk/Tifaqa Azad a Ewrûpayê Bodil Valero jî îşaret bi têkoşîna Kurdan kir û wiha pê de çû: “Kurd ji bo me jî têkoşîn. Her kes hêvîdar bû. Lê dema ku Efrîn hate dagirkirin, kes li hemberî vî tiştî derneket. Welatên din dengê xwe nekirin. Li parlementoyê me dengê xwe bilind kir lê Yekîtiya Ewrûpayê bêdeng ma.”

’Em bi gelê Kurd re ne’

Serokê koma GÛE/NGL yê Elmanyayê Gabî Zîmmer jî qala serkeftina HDP’ê ya di hilbijartina 24’ê Hezîranê de kir. Zîmmer diyar kir ku hemû aliyên li Tirkiyeyê piştgirî dane HDP’ê û got “Em jî bi gelê Kurd re ne. Di têkoşîna wan de, em ê piştgiriyê didin wan.”

Piştgiriya ji bo Kurdan zêde dibe

Endamê koma S&D Costas Mavrîdes bi bîr xist ku berê li nava Parlamenta Ewrûpayê tenê çend endaman bi rengekî vekirî doza Kurdan diparastin û got, “Lê em dibînin niha roj bi roj xurtir dibin.”

Destekê nedin rejîma Erdogan

Mavrîdes bi dewamî got, “Em hewl didin ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin. Ne karekî hêsan e, lê belê me mijar anî asta danûstandinan, me xist rojeva Ewrûpayê û hewl dibin bi pêş ve bibin. Yekîtiya Ewrûpayê bi milyaran pere destekê dide Tirkiyeyê. Bi navê alîkariya ji bo koçberan, destekê dide rejîma Erdogan.“

Heta li çiyayê Kurdistanê kulîk vebin

Mavrîdes diyar kir ku ew bi hêvî ye û got, “Heta ku li çiyayên Kurdistanê kulîlk vebin, em ê jî têkoşîna xwe ya ji bo mirovahiyê bidomînin.”

Peymaneke bi gemar e

Di konferansa duyemîn de jî ji koma Keskan /Tifaqa Ewrûpaya Azad Jean Lambert behsa bêdengiya qada navnetewî ya li bara dagirkiriyê kir û bal kişande ser têkiliyên berjewendiyê ya di navbeyna Tirkiyê û YE’yê de. Lambert anî zimên ku bi taybetî li ser mijara penaberan ‘peymaneke bi gemar’ hatiye danîn û got:“ Ev jî bandorê li tiştên dibe dike. Lê Parlamentoya Ewrûpayê jidil rewşa Efrînê dişopîne. Em bikêr hatin ku bînin rojevê. Me fikarên xwe gotin. Me got pêdiviya me bi desteka mirovî heye. Me got divê sûcê şer were cezarkirin.’’

Ti êrîş li ser Tirkiyê tine ne

Ji koma Çepgiriya Yekbûyî ya Ewrûpayê/Keskên Bakur (GUE/NGL) MartTîna Mîchels got li Rojhilata Navîn mijara Kurd ‘mijareke mîna kilîdê ye’. Mîchels got ew bûye şahide dagirkeriya li Efrînê û domand, ‘’Destwerdana Tirkiyê ya li Efrînê bi ti rengî li hiqûqa navnetewî naye. Sedema wê pir hêsa ne. Ti delîl tine ne. Ti êrîşeke li ser Tirkiyê tine.’’

 

BRUKSEL

 
 

Bang li raya giştî ya navneteweyî kirin

Li Parlamenta Ewrûpayê di konferansê hate destnîşankirin ku dagirekeriya dewleta Tirk a li Efrînê “îllegal” e û divê tavilê bê şert û merc ev dagirkerî bê qedandin.

Di konferansê de encamnameya ji neh xalan hate qebûlkirin. Li gorî vê yekê, pêkhateyên konferansê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê “îllegal” ragihandin.

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku ev dagirkerî li dijî pîvan û hedefên Neteweyên Yekbûyî ye, li hiqûqa navneteweyî nayê û dagirkeriya hêzên Tirk hate şermezarkirin.

Her wiha li ser kiryarên dewleta Tirk jî biryat hatin girtin û hate daxwazkirin ku hemû sûcên ku artêşa Tirk û komên wê li Efrînê kirine, ku rê li ber koçberî û krîza însanî vekir, divê werin şermezarkirin û bikevin ber lêpirsînê. Ji bilî van daxwazan 6 xwestekên din jî hatin ragihandin ku hemû bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku bi erka xwe ya yasayî û insanî rabe.