Êzîdiyên ku secdeyî rojê dibin û dua dikin, di çarçoveya şahiyê de warên xwe yên pîroz ziyaret dikin.
Her sal di navbera 6 û 12’ê cotmehê de êzîdî warên xwe yên pîroz ziyared dikin û şahiyan li dar dixin. Ziyareta êzîdîyan a warê pîroz didome. Laleş ku nêzî Qasabaya Şêxan a Herêma Federal a Kurdistanê ye, warê êzîdîyan ê pîroz e. Her sal ji Sûriye, Ermenîstan, Tirkiye, Ewropa, Iraq û gelek deverên cîhanê bi hezaran êzidî diheriken Laleşê û vir ziyaret dikin. Bi hezaran kes hefteyekî li Laleşê dimînin û dua dikin. Secdeyî rojê dibin. Îbadeta xwe ya olî li vir bi cih tînin. Li Laleşê ku êzîdi heca xwe dikin hefteyekî dîmenên rengîn û zindî derdikevin holê. Di çarçoveya pîrozbahiyan de gelek çalakiyên olî tên li darxistin. Cihên pîroz tên zanîn tên gerîn û ev der tên ramûsîn. Ji bo pîrozbaniyê agir tê pêxistin û ev agir heta dawiya pîrozbahiyan nayê tefandin û hizmetkarê Laleşê bist û çar seatan agirê geş dike. Li gorî bawerîya Êzdayetiyê agir tiştê herî pîroz e. Her êvar hemû Laleş bi agir tê xemêlandin.

Her sibe Laleş dimalin. Êzîdiyên tên vir di serî de Berê Şibakê (Cenazeyê sembol ê Şeyh Hadî) tînin vir. Pişt re warên pîroz ziyaret dikin. Duayan dikin û wecîbeyên olî bi cih tînin. Êdîzîdiyên tên Laleşê heta ziyaret û hec bi dawî dibe, li vir pêxwasî digerin. 3 caran di ser Pira Silatê re derbas dibin. Di ketina pirê de dîwarê pîroz tê maçkirin û pişt re derbas dibin. Li kolan û neqebên ziyaretgahê 366 çira tê pêxistin.


Îbadeta rojê
Êzîdî bi rojê berê xwe didin rojê û îbadetê dikin, bi şevê jî çira pê dixin û temaşe dikin. Her tim berê wan bi agir de ye. Roj ji bo êzîdiyan wekî rohanî û nûra xwedê ye. Agir pîroz dikin. Ji bo êzîdîyan agir bi qasî Rojê pîroz e. Ger û ziyareta li Laleşê ya hecê heta dawî bi pêxwazî tê kirin. Di serî de gora Şex Hadî ziyared dikin û pişt re gorên mîr û şêxan ziyaret dikin. Duwarên tirban naç dikin û îbadetê dikin. Jin û zilamên êzîdî, ji bo heca Laleşê cil û bergên xwe yên herî xweşik li xwe dikin. Kesên daxwaz û mûradê wan hebin, kevirê daxwazan yê “Sûtina Miraza” hembêz dikin. Kesên ku kevir hembêz dikin, ger ku destê wan li nava kevir bigêje hev daxwazê wan tê qebûl kirin. Dîsa dara mirazan heye. Kesên ku zarokên wan çênabin potekî bi guliyê darê ve girê didin û daxwaz dikin ku zarokên wan çê bibin. Li Laleyê her gorek xwedî wateyek e.

Fîgurên ku 366 rojan sembol dike
Di heca Laleşê de, li gel şênî û biyaniyan nûnerên Federasyona Eleviyen Kurdistanê (FEK), Tevgera Demokrasiya Azadiya Ezidiyan (TEVDA), Partiya Çareseriya Demokratik (PÇDK) û nûnerên gelek saziyan amade dibin.
Kesên tên Laleşe ziyaret dikin mivîn û xwarina xwe bi xwe re dîtin û piştî rêwîtiyek dûr û dirêj dikên meskenê pîroz. Pîrozbahî bi şev û roş berdewam dike û çandek rengîn zindi dibe. Her şev govend û sema tên gerandin.
12 tûran didin xwe û di nava nîv saetê de 366 figurên pêk tînin. Ev fîgurên lîstîkan 12 heyf û 366 rojan sembolîze dike. Govend û sema li ber dengê defê tê gerandin. Li girên bilind agir tê pêxistin. Girê Arafatê ji bo kal û pîran dime meşek zahmet. Ziyaretvanên ku tên vir ziyaret dikin bi Ava zemzem ku wekî ava pîroz tê dîtin paqijiye dikin.

Kal û pîr bi cilên xwe zêde balê dikişînin ser xwe.

DÎHA/DUHOK