Zanyar tevî ku li gerdûna bi me diyar 10 sekstîlyon (10 û li piştê 22 sifir) stêrk hene jî bawer dikin îhtîmal li derveyî dinyaya me jî jiyan peyda bûbe. Lewma li gerdûna bi me diyar hejmara dinyayên li wan herêmên jiyan dikare li wan peyda bibe, kêm in. Ev zanyarên ku profesorê asrtofizîkê yê Zanîngeha Tokyoyê, Tomonori Totanî encama lêkolîna wan weşand, di heman demê de bi bîr dixin ku li dinyayê piştî peydabûna gerdûnê bi bêhtirî 7 milyar salan jiyan peyda bûye û ev jî îhtîmala kêm a li wan deverên jiyan li wan dibe ku hebe jî, piştrast dike. Ji vê û wêde. Zanyaran îsbat kiriye ku RNA (materyalên besît ên genetîkê) tevî ku xweber çêdibin jî RNA´yên ji 40 kombînasyonên zincirî yên nukleotîdan dirêjtir ku ji bo pêkhatina jiyana em nas dikin lazim e, xweber çênebûne di labaratuwaran de jî. RNA molekulên ku agahiyan muhafeye û kopî dikin ên organîk in; ew ê paşê ber bi proteînên DNA ve biberidiyana. Nukleotîd di nava şert ûmercên guncaw de xweber digihin hev û molekulên RNAyê pêk tînin. Lê di vê lêkolînê de û di lêkolînên beriza niha de jî bi awayekî xwegir ti molekula RNA ya ji 10 nukleotîdan dirêjtir nekariya pêk bê. Hin lêkolîn îdîa dikin wan di labaratuwarê de RNA´yên heta bi 50 nukleotîdan çêkiriye. Zanyarên vê lêkolînê bi vê jî daketine: Li gorî xwediyê îdîayê bi xwe jî, ev RNA nikarin xwe zêde bikin; yanî ji bo jiyanê ne guncaw in. Dibe ku li gerdûnê 1 googol (yanî 10 û 100 sifir li pişta wê) hebin; di ya bi me diyar de jî 10 sekstîlyon (10 û 22 sifir) hene. Karê Totani bersivekê nade pirsa koka jiyanê, lê dibêje xwe nexapînin, jiyan çawa bûbe bila bûbe, tiştekî gelekî kêm û dibe ku encama bûyereke zek carî be jî. NAVENDA NÛÇEYAN