Hîndekar Dr. Ahmet Yusuf ku Serokatiya Heyeta Bazirganî û Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê dike der barê modela xwe ku ew esas digirin de agahî da. Yusuf da zanîn ku ew dê modela aboriyê ya komînal a civakî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tezên xwe pêşve biriye dê esas bigirin û got: “Ev model, modeleke ku ji nûve divê dîroka mirovahiyê zindî bibe ye û ji ber vê jî şansê me yê qezencê gelek zêde ye.
Yusuf balkişand ser modela aborî û civakî ya Ocalan û got: “Xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wê demê û şûnde yanî si salên 90’î de dertê holê. Her diçe bi hêz dibe. Ji ber vê jî wek xeta sêyemîn gotin li gorî min zêde lê runane. Ev xeta di salên 90’î de hîmê wê hatiye avêtin piştî sala 99’an bi xetên xwe yên giştî dertê holê. Di 2007’an de zelaltir bû. Ji ber ku di vê demê de kapîtalîzm di bunalimê de ye. Li gorî min ev di aboriyê de xeta çaremîne. Ne xeta sêyemîn, xeta çaremîne. Xeta ku nêrînên Kapîtalîm, Marsîzm û Roza Luksemburgê şîrove dike ye. Li dijî xeta boriyê ya tekelê ye.”
Ahmet Yusuf balkişand ser girîngiya tezên Ocalan û wiha berdewam kir: “Em nêrînên kapîtalîzm, marksîzm dixwînin. Em nêrînên wan dixwînin. Ji bo herêma me teorî pêşxistine û lê hata niha ji bo gelan encamek erênî nedaye. Piştî Abbasî hat hilweşandin şûn de li herêmê nêrînên cidî derneketinholê. Heta sedsala 20’an ev wisa bû. Di dawiya sedsala 20’an de nêrîn, fikr, teorî û tezên Birêz Ocalan wek nêrîna herî azad a herêmê derket holê. Ji nêrînên rojava re bû alternatîf.
Emê modela aboriyê biguherin
Yusuf balkişand ser projeyên xwe û ev tişt gotin: “Em hemû projeyên xwe yên aborî û projeyên ku me esas girtine dê li Efrîn û Kantonên Rojava di vê xetê de pêş bixînin. Emê vê xetê esas bigirin û xwe bi rêxistin bikin. Emê bi vê xetê aboriyê zindî dikin û ev xet, xeta aboriya komunal ya civakê ye. Em bi her aliyên civakê re hevdîtinan dikin. Em nêrînên wan digirin. Daxwazên xwe dibêjin. Em li ser vê projeyan dikin. Ji ber vê aboriya em li Katona Efrînê pêk tînin dê aboriyeke civakî be. Emê bi koperatîfan dest pê bikin. Emê ji yekineyên biçûk yên hilberînê dest pê bikin. Emê aboriyeke xwe dispêre çandiniyê pêş bixînin. Bi vê pêngavê em hedef dikin ku modela aboriya Sûriyeyê biguherin.
Pêkanîna vê zêde ne zehmete. Ji ber ku binesaziya aboriya kantona me gelek bi hêz e. Xwedî ereziyên dewlemend ku dikarin her cureyê hilberînê lê bikene. Hêza mirovan gelek mezine.
Emê destûrê nedin mêtîngeriyê
Dr. Ahmet Yusuf hedefên xwe wiha rê zkir: “Emê betaliyê çareser bikin. Ji ber ku modela me, modeleke xwe dispêre sewalkarî û çandiniyê. Em ê her kesî teşwîq bikin ku axa xwe li gorî hewcedariya civakê bixebitîne. Emê sewalkariyê pêş bixînin. Di dema rejîma Baas de li herêma me sewalkarî hatiye tunekirin. Ji derve ji Efrîn û nahiyeyên wê re hilberînên sewalan dihat. Hê jî wisa ye. Emê desturê nedin xwediyên sermayeyan tevli hilberînan bibin. Emê derfetê nedin ku bikin tekel. Kantona Efrînê Kantoneke çandiniyê ye. Ji ber vê yekê emê pirsgirêkên cotkarên xwe çaresr bikin û hilberînên wan bikin cure cur. Emê yekineyên biçûk yên hilberînê yên zeytunan ava bikin. Emê derbarê zeytunan de biçin sanayîvaniyê.
Emê modela xwe bidin naskirin
Yusuf destnîşan kir ku dê bi cîranên xwe re jî têkiliyên bazirganî deynin û got: “Dema em derfetên xwe binirxînin, hewcedariya me dê bi bazarê hebe. Dîsa ji piyasaya dervet tiştên ku bikevin herêma e hene. Emê van bi bazirganiyê ji holê rabikin. Ji ber vê emê bi welatên cîran re têkiliyên xwe pêş bixînin. Em niha ji ber pirsgirêkên Sûriyeyê zehmetiyan dikişînin. Mînak bi sedhezaran koçî Kantona me kir. Vê jî bi xwe re pirsgirêk anîn. Niha ji bo ku em van çareser bikin dixebitin. Emê di yekineyên biçûk de derfetên kar biafirînin. Ji bo em van ji holê rabikin em hewl didin di welatên cîran re têkiliyên xwe deynin. Emê nîşan bidin ku tu zirara gelê Rojava ji Tirkiyeyê re tune û fêdeya wê heye. Em Ereban re di nava têkiliyê de ne. emê projeyên xwe bi wan re parve bikin. Em hemû gelan vexwendî dikin ku modela me nas bikin.
Hîndekar Dr Ahmet Yusuf kî ye?
Di 1972’an de li Nahiyeya Raco ya Efrînê li gundê Atmana hat dinê. Dibistana seretayî li gund xwend û ya navîn li Raco xwend. Di pola 12’emîn de çû Halebê. Piştî Lîse qedand di Zanîngeha Halebê de beşa Aboriyê xwend. Zewicandî û bavê du zarokane. Ji 2007’an heta niha di zanîngehên cuda yên Sûriyeyê de hîndekarî kiriye. Di Zanîngeha El Mamun de dest bi peywirê kir. 3 salan di beşa ya EfrÎnê de hîndekarî kir. salekê jî li beşa Qamişlo ders da. Du salan jî li Zanîngeha Îbla ya Halebê hîndekarî kiriye. Dersên Makro û Mîkro da. Lêkolîn kir. dîsa li ser hîmên aboriyê lêkolîn kir. Di 15 salaiya xwe de nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. ev wek şansekî bo xwe nirxand. Di salên xwendekariya xwe de nêrînên Ocalan nas kir. Di salên perwerdehiyê de ji van nêrînan zêde fêde girt. Ev nêrîn û teorî di dersên xwe de şixuland.
SEYÎT EVRAN/EFRÎN