Hevserokê Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD) Salih Muslim, der barê rewşa li Kobanê û helwesta Tirkiyeyê de daxuyaniyên girîng da. Muslim ragihand ku di roja me ya îro de ji destê kê çi tê divê bikin lewra dibe ku sibê derengbe.

Muslim diyar kir ku li Kobanê, jin, zarok, extiyar zêdeyî 10 hezar mirov hene, hêzên wan jî mirinê dibin ber çavê xwe û van mirovan diparêzin. Muslim ragihand ku hemû bombebaranên heta niha hatin kirin bêbandor bûn, lê yên duh li cih ketin, tankên wan û çekên wan ên giran rûxandin. Muslim da zanîn ku bi dîtina wan biryareke gelekî dereng maye ye û diviyabû beriya niha bihata kirin.
Mulim diyar kir ku li gorî wan DAIŞ nexweşiyeke û wiha got: “Dixwaze di serdemeke ewçend pêşketî ya mirovahiyê de, mirovan li 2000 sal berê vegerîne. Ev nêrîneke bêwate ye û ne pêkane bicih bê. Ji ber vê yekê startejiya tê meşandin, nayê pejirandin.”

Kurdan qebûl nakin

Muslim di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Hêzên Kurdan qebûl nakin, Kurdan nas nakin. Li dijî pergala me ne. Di pergala me de Ereb, Ermenî, Asûrî-Suryanî û Kurd di nava mercên wekhev de dijîn. Peymaneke civakî heye. Jin û zarok xwedî mafên wekhev in. Jin li hemû kantonan di asta ji sedî 40 de tên temsîlkirin û pergala hevserokatiyê heye. Vê yekê qebûl nakin. Bifikirin, Asûrî li tevahiya cîhanê bi tenê li kantona Cizîrê zimanê xwe bi awayekî fermî bikar tînin. Bi vê pergalê re hemû hevsengiyên li Rojhilata Navîn tên guhertin. Ji ber vê yekê dijminê vê gelek in. Di serî de dewletên Kurdan parçe dikin. Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq e. Vê gavê di nava DAIŞ‘ê de gelek fermandarên rejîma Bees a Iraqê hene. Yên ku di tevahiya dîrokê de bi esasî Kurd qebûl nekirine, ev in. Armanca van hilweşandina pergala me ye.”

Rola Tirkiyeyê  

Muslim bal kişan ser piştgiriya Tirkiyeyê bi çeteyên DAIŞ’ê û wiha got: “Alîkarê Serokê DYA Joe Biden ev yek bi awayekî zelal anîbû ziman, di navbera Tirkiye û DAIŞ‘ê de hevkarî heye. Ji desteka lojîstîk heta derbasbûna çeteyan, hemû di ser Tirkiyeyê de dibin. Ev vekirî ne û li holê ne.”
Muslim wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji destpêkê ve dibêjin, em nabêjin ‘werin ji bo me şer bikin’. Em dibêjin bi pere çekan bidin me. Vê jî nakin. Bila derî bênvekirin, antî-tank û fuze pêwîst e, bila van bi pereyan bifiroş in me. Lê nakin. Ya ku bi zora me diçe ev e. Yanî rewşeke ku tê gotin ‘DAIŞ‘ê ew der dagir kiriye, çekên wir bi dest xistiye’ nîne. Hin derdoran ev çekên giran dane DAIŞ‘ê. Li dijî me bikar tînin. Ev zelal û li ber çavan e.”
Muslim der barê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ku gotibû ‘Em ê alîkariyê bidin Kobanê’ de jî ev nirxandin kir: “Em gelekî baş û girîng dibînin. Lê biryareke derengmayî ye. Ev du sal in em vê dibêjin. Lê kes li ber çavan nagirin. Ev sal û nîveke em li ser xaka xwe li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Ev şer ne tenê şerê Kurdan e. Şerê tevahiya mirovahî û demokrasiyê ye. Her kes me mafdar dibîne. Lê bêdeng in. Em ji hemû welatan dixwazin ku hîn bêtir cidî li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Em li dijî tank û fuzeyan bi kalaşnîkofan şer dikin. Vîneke mezin a mirovan em nîşan didin. Ger di destê me de antî-tank fuze hebûna, çekên giran hebûna, pêwîstiya me bi kesî nedibû. Lê dema berjewendî dibe mijara gotinê, her tişt tê guhertin. Çi wê were kirin, divê bi lezgînî bê kirin. Careke din ji vir dibêjim, divê wext neyê windakirin.” 



Alî GULER/ANF/BRUKSEL




Başûr jî di hedefa DAIŞ’ê de ye


Hevserokê  PYD’Ê Salih Muslim ji bo gelê Kurd ê niha li her deverê çalakiyan lidar dixin, de wiah got: “Ya ku li Kobanê hedef tê girtin vîna Kurdan e. Divê her kes bi vî rengî bibîne û nêzîk bibe. Em gelekî girîng dibînin ku gelê me dadikeve kolanan, çalakiyan lidar dixe. Pîroz e. Ez hemûyan silav dikim. Hûn bi xwedîderketina li Kobanê re xwedî li vîna xwe derdikevin. Divê Kurd li ber xwe bidin. Çalakiyên xwe derxînin asta herî bilind. Pêwîste hemû cîhan bibîne ku careke din newêribin êrîşî Kurdan bikin. Ez bêdengiya başûrê Kurdistanê rexne dikim. Hin televîzyonên Başûr radibin dibêjin, ‘ev şer di navbera DAIŞ û PYD’ê de ye’. Tiştekî wiha nîne. Serê hin kesên ji partiyên derveyî me jî hat jêkirin û hatin qetilkirin. Ev ne ji PYD’ê bûn, bi tenê ji ber ku Kurd bûn. Bila ew nebêjin îro cihê me rehet e. Başûr jî di hedefa DAIŞ‘ê de ye. Ger sibê firsendê bibînin wê êrîşî Hewlêrê bikin. Ji ber ku li gorî wan Kurd “kafir” in û divê ji holê bên rakirin. Lewma divê hikûmet û gelê Başûr vê bi vî rengî zanibe û xwedî li Kobanê derkeve.”