Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka mewsima çinînê ve bi sedan donim zeviyên genim û ceh şewitîn. Şewata herî mezin li Tirbespiyê bû. Li vir 100 hezar donim dexlûdan şewitîn. Li bajar û gundewarên Reqayê barana îsal ji bo zeviyan xêr û berket bû, lê ji ber şewatan keda wan telef bû ku di encamê de berhema bi hezaran doniman bû xwelî.

Serokê Buroya Serjimariyê ya Gerînendetiya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Heyder El-Mûsa got li Reqayê heta niha 28 hezar donim bûye xwelî. Dijmin hewl didin bi rêya şewitandina zeviyan ku jêdera sereke ya qûta herêmê ye, projeya me têk bibe. Li herêmê barana îsal baş bû û demsal berhemdar bû, lê kesên lewaz keda gel û aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef.”

Bi qasî 30 km zevî kir xwelî

Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo û navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê jî şewat derket û bi hezaran donim zeviyên ceh û genim şewitin. Şewatê zeviyên gundên Til Îzam, Idrîsî, Fexariyê, Xiwêtla Doşo, Barda, Til Lehem, Ferhaniya, Sikeriyê, Reşîdiyê, El-Ezo, Hilwa Benî Sebai, Hilwaya Mezin, Hilwaya Biçûk, Xerab El-Mehar û Fercûa da ber xwe û qasî 30 km zevî kir xwelî. Şewat piştî xebateke mezin a şêniyan, tîmên vemirandina agir, şervanên YPG û YPJ´ê ku 5 setan dewam kir hate vemirandin.

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê jî şewat li gundê Hemîdiyê yê başûrê navçeyê derket, ji ber bayê zêde şewat gihişt gundên derdorê yê Çolbistan, Şûr, Ferhiya Behlo, Sinceq, Hibo, Sefer û Sifêra û Bişêriyê. Şewat li gundê Meşqûq bi keda tîmên vemirandina agir, komîteyên awarte yên kantona Hesekê, Hêzên Asayîşê û şervanên YPG û YPJ‘ê hat vemirandin.

Goreke komî şewitî

Li gundê Koço yê Şengalê jî agir bi zeviyan ket û heya cadeya Xinêsî ya dikeve ser rêya sereke ya Şengalê bi sedan zevî şewitîn. Di encama şewatê de ji bilî zeviyên xelkê herêmê, gorek komî ya li nêzî gundê Piskê yê dikeve rojhilatê gundê Koço jî şewitî.

 

QAMIŞLO