Di kongre de gotûbêjên demdirêj ên derbarê pêşxistina aboriya herêmê de hatin kirin û lêkolînên aborî ku ji aliyê kesên pispor ve hatine amadekirin, hatin pêşkêşkirin. Her wiha perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê karûbarên aborî, çareseriyên ji bo pirsgirêkên aboriya civakê de hatin xwendin.
Di kongreyê de kesên pisporên aboriyê girêdayî rewşa aborî û danîna çareseriyên baş li gorî derfet û mercên herêmê de nerînên xwe vegotin.
Pêwîstiya perwerdeyên teknîkî
Endezyarê Veguhînê Nojîn Osman bal kişand ser rê û rêbazên pêşxistina teknolojya agahî û veguhînê li herêmê û pêkanîna wê wiha rave kir: “Divê bernameya Rêveberiya Xweser a elektronîk were pêşxistin, divê xizmetguzariya elektronîk were zêdekirin, divê bazirganiya elektronîk were kirin û bernameyên perwerdeyên elektronîk li Zanîngeha Efrînê destpê bike.”
Endezyar Silêman Ebdulfetah Silêman derbarê girîngiya lêkolînkirina pêşxistina projeyên enerjiyê li herêmê de axivî û got ku ji bo pêşxistina ekolojîk, civakî, pîşesazî û çandinî divê hemû enerjî werin bikaranîn.
Bi dirûşmeya ‘yekîtî, hêz û kar’
Di berdewamiya kongreyê de Lêkolînvan û Pisporê Aborî Çeleng Umer jî derbarê aboriya koperatîf û rola wê di geşkirina aliyê çandinî û pîşesazî de axivî. Umer destnîşan kir ku divê felsefeya aboriya koperatîf ya ku dûrişmeya wê ‘yekîtî, hêz û kar’ e esas were girtin û da zanîn ku ev felsefe aboriya civakî birêxistin dike. Her wiha da zanîn ku ev yek dê rêya çareseriyan li pêşiya pirsgirêkên hilberîn, fînansekirin, firotin û belavkirin veke û anî ziman ku ev yek altarnatîfeke demokratîk ji sosyalîzma dewlet û kapîtalîzmê re ye.
Geşkirina turîzmê û çandiniyê
Girêdayî girîngiya rola turîzmê di pêşxistina aboriya herêmê de Pisporê Aborî Ebdullah Yûsif girîngtirîn deverên dîrokî ku wekî cihên turîzmê tên naskirin destnîşan kir û bal kişand ser berhemên çandî yên van deveran. Herî dawî Pisporê Aborî Rêzan Qoşo derbarê berhemên xwazayê yên Rojavayê Kurdistanê de û siyasetên aborî ku divê li herêmê werin meşandin pêşniyar kirin.
Derbarê proje, lêkolîn û mijarên ku pisporên herêmê vegotin de, beşdarên kongre di çarçoveya çareseriyên aborî û bandora wê ya li herêmê de, nîqaş kirin.
Di kongreyê de piştî nîqaşan, gelek biryar û pêşniyarên girîng hatin girtin û ev dê wekî pêşniyar di Kongreya Aboriya Demokratîk a her sê kantonên Rojava ku di 18’ê Cotmehê de tê lidarxistin, werin pêşkêşkirin.
Biryarên kongreyê
* Divê rêbazeke pêşxistina aboriya herêmê were danîn ku hevsengiyekê di navbera civak, ekolojî û rêbaza geşkirina ekolojîk de çêbibe.
* Akademiyeke taybet bi aboriyê li herêmê were vekirin da ku pisporên aboriya ekolojîk ava bike.
* Navendê Geşkirina Aborî bibe Navenda Pîlansazî û Geşkirina Ekolojîk.
* Di navbera saziyên Rêveberiya Xweser, komîn û Navenda Geşkirina Ekolojîk de hev temamkirina karmendiyê hebe.
* Pîlanên aboriya civakî li ser asta herêmê were danîn û di geşkirina aboriyê de sîstema komînal esas were girtin.
* Alîkariya madî û manewî ji bo koperatîfên çandiniyê re were pêşkêşkirin da ku asta xizmetguzariya wê were bilindkirin.
* Navendeke lêkolînên çandiniyê were avakirin.
* Erdên çandiniyê yên milkên giştî pêşkêşî koperatîfan were kirin û bi buhayên sembolîk were kirêkirin, divê girîngiyê bidin cotkarên ku erdên wan tunene.
* Divê şirketek internetê ya giştî were vekirin da ku rê li pêşiya belavkirina internetê ya bê serûbin a ku niha tê kirin, were girtin.
* Divê berhemên turîzmê werin parastin.
* Divê di her projeyekê de hesabên ekolojîk werin kirin.
* Divê ji ava Bendava Meydankê sûd were girtin.
* Navendeke tov were vekirin.
* Navendeke taybet bi karûbarên zeytûnan were vekirin.
*Divê koperatîfên jinan ên taybet were avakirin.
* Divê girîngî ji bo xebatên çêkirina cilan were dayîn.
TÎRAST CÛDÎ
ANHA/EFRÎN