Heftenîn Kurdistan e
KNK’ê berxwedana li Heftenînê silav kir û bang li tevger, hêz, partî û rêxistinên Kurdan hemûyan kir ku li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin û piştevaniya berxwedana Heftenînê bikin.
Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana Heftenînê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku neteweya Kurd û gelên Kurdistanê bi sedan sal in di bin destan de ne, û tê gotin, ”Hêzên serdest bi dehan caran hewildan ku Kurdan ji nav bibin û asîmîle bikin. Lewma jî hebûna Kurdan her di bin gefan de bûye. Ziman, çand û nasnameya gelê Kurdistanê tim hatiye înkarkirin. Yekane tişta ku hişt Kurd hebûna xwe biparêzin berxwedan û berevanî ye.”
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku ev hestê berxwedanê bi rih û rîşalê xelkê Kurdistanê hatiye pêşxistin û destnîşan kir, ”Eger em bibêjin ku ‘tenê çiyayên me Kurd parastine’ wê ev yek kêm bimîne. Yê Kurd û hebûna wan parastiye her giyanê berxwedanê bû. Kurdan her bi giyanê berxwedanê li çiya, deşt û baniyan li dijî înkarkirinê berxwedana hebûnê daye. Kurdan li Rojavayê Kurdistan, li Germiyana Başûr, li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, her wiha li Misir, Ûrdun, Yemen û li her devera cîhanê li dijî gefên tinekirin û asîmîlasyonê her li berxwe dane û xwe parastine. Berxwedan ew giyan e ku Kurdan gîhandiye roja îro û dostên Kurdan li dinyayê zêde kir.”
Ruhê berxwedanê li Heftenînê
KNK’ê ragihand ku niha ew giyanê berxwedanê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Heftenîn û Qendîlê li ber xwe dide û wiha dewam kir, ”Dewleta Tirk ji destpêka avabûna xwe heta niha çendîn car in bi hemû hewildan û teknolojiya xwe ya leşkerî, bi hemû kanalên xwe yên siyasî, dîplomatîk û aboriyê, her wiha bi hevkariya sîxûr û kirêgirtiyên xwe bênavber êrişî ser xelkê Kurdistanê û bizava azadîxwazan dike. Lê belê giyanê berxwedanê bi zehmetî, têkoşîn û berdêlên giran şerê qirkirina Kurdan jinav dibe û gelê Kurd li ser piyan hêla ye. Berxwedan û berevaniya li Heftenîn û deverên Kurdistanê berxwedaneke bêhempa a şoreşger a şervanên Kurdistanê ye.”
Em bi berxwedana Heftenînê re ne
Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Em jî weke kongreya neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi hemû îrade û viyana xwe xwedî li berxwedana Heftenîn û çeperên berevaniyê derdikevin. Em vê xebat û têkoşînê weke wezîfeyeke neteweyî û niştîmanî dibînin û silavên xwe yên germ ji hemû berxwedêran re dişînin. Bejna xwe li hemberî bilindahiya pakrewanên azadiyê ditewînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de weha bang tê kirin: ”Em bang û daxwaz ji hemû Kurdistaniyan dikin da ku piştgiriya berxwedana bêhempa a Heftenînê bikin. Em bang dikin ku her kes bi şêweyekî û li gorî hewildanên xwe bibe dengê berxwedana Heftenînê û li dijî hevkarên dewleta Tirk a dagirker jî bibe xwedî helwest. Azadî û serfiraziya Kurdistanê tenê di destê Kurdan de ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê ti carî berxwedêrên xwe yên azadiyê bi tenê nehêle.
Em weke KNK bang li hemû tevger, hêz, partî, rêxistinên Kurdan dikin da ku li dijî êriş û dagirkeriya Tirk bibin xwedî helwest. Divê bê zanîn ku ev êriş li dijî ked û destkeftiyên hemû Kurdan e. Di encama berxwedaneke hevbeş de wê serkeftin û serfirazî para Kurdan be.” NAVENDA NÛÇEYAN