
Li Qada Spanya ya li nêzî Grande Place ya navdar a paytext Brukselê, ji 17’ê Îlonê û vir ve pankarta “Hefteya Çanda Kurd” daleqandî ye. Li standa Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê, kincên jinên Kurd “Xeftan”, gore û gelek berhemên bi destan hatine çêkirin, tên firotin. Yek ji jinên li standê dibêje, hatineyên vê derê wê ji bo alîkariya bi penaberên Şengalî bên şandin. Buhayê kincan ji 30 heta 50 Euro ye. Li qadê mirov dikarin tehma xwarina Kurdan jî bikin. Nanê sêlê yê ji penêr û goşkê hûrkirî (qiyme) yekser tên amadekirin. Yên çêdikin jî jin in. Li standê her wiha kulêrê ji penêr û patat, peqlewe û pel jî hene.
Kon hat vedan
Konê zoman ê di 13’ê Îlonê de di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê dîwana dengbêjan lê hat danîn, li vir jî hatiye vedan. Ev kon ê Tevgera Çanda Kurd (TEV-ÇAND) e. Li kêleka kon kaniyek bi nivîsa “Kaniya Yado” heye. Çanda zozanan a Kurdan tîne bîra mirovan. Ji xebatkarên tevgera çandê Emele dibêje, “Gava kal û pîrê Kurdan tên, bîranînên wan tên bîra wan.” Ev kon di heman demê de nifşên cuda jî tîne cem hev. Emele dibêje, “Kalek ji neviyê xwe re behsa vî konî dike. Em li vir têkiliya kalik û nevî didin jiyîn.” Emele dema behsa eleqeya Ewropiyan dike bi gotina “hûn dizanin?” balê dikşîne ser mijarê û dibêje, “heywanên kovî nikarin xwe nêzî vî konî bike. Ne dûpişk ne jî mar nikarin bikevin vî konî.”
Sponser şaredarin
Di nava sponsorên Hefteya Çandê de Şaredariyên Amed, Wan û Êlihê hene. Lewma şopên her sê şaredariyan jî li standan tê dîtin. Obje, eşyayên rewşê yên şaredariyan û li standa Şaredariya Êlihê bîbloyên behsa kevneşopiyên Kurdan dikin, balê dikşînin. Her wiha weke temsîlkirina Êlihê portreyên Cegerxwîn, Mele Abdullah, Edîp Solmaz, Mahmûd Baksî, Aram Tîgran û Xarapetê Xaço jî li qadê tên dîtin. Li qadê li ser trajedî û nirxên çandê yên Kurdistanê sînevîzyon tê nîşandan, her wiha muzîka Kurdî û govenda li ber dahol û zirnê tê gerandin bala şêniyên Brukselê û tûrîstan dikşînin.
Ji hunermenden konser
Di 17’ê Îlonê de konsera Tala Caf a li Mala Pêşandanê ya Le Bellone bi baldarî hat guhdarîkirin û li fîlmê Nûray Şahîn ê bi navê Folge der Feder hat temaşekirin. Rojek piştre, paralelî çalakiyên çanda Kurd li Senatoya Belçîkayê konferansek li ser dîaspora Kurd hat lidarxistin. Danê êvarê jî hunermend Mehmet Atli, li salona dîrokî ya La Bellone konser da. Di konferansa li Senatoyê de damezrînerê Weqfa Înfo Turk rojnamevan Dogan Ozguden û Serokê Enstîtuya Kurd a Bruksel Derwîş Ferho axivîn. Konferans ji aliyê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade û nivîskar Medenî Ferho ve jî hat şopandin. Di axaftinên konferansê de bi ferfirehî behsa hatina Kurdan a Belçîkayê hat kirin. Hefteya Çandê wê heta 21’ê Îlonê dewam bike.
ANF/BRUKSEL