Komeleya Equitable Café a li taxa Cours Julien, ku bi awayekî periodîk bernameya 'gel û çandên wan' lidar dixe, vê carê ji Kurdan re mêvandarî kir. Hefteya çandî roja Sêşemê bi danasîna ziman û alfabeya Kurdî destpê kir. Li atolyeyên hatin danîn, beşdaran peyvên rojane di zaravayê Kurmancî yê Kurdî de tên bikaranîn, hîn bûn.


Rêze çalakî pêk hatin

Paşî piştî nîşandana dokûmantera 'Ez Kurd im" semîner hat dayîn. Çêkerê dokûmanterê Antoin Laurent, dostê Kurd û hilbijartiyê herêmî Joel Dutto û nûnerê Navenda Çanda Kurd a Marîlsyayê Serhat Êlih bersiv da pirsên beşdaran. Di çarçoveya rêze çalakiyan de şevbêrka dengbêjan hebû. Hunermendên herêmî Rênas, Suleyman Menal, Bûrhan û Dengbêj Selahadîn muzîk û klamên Kurd dan nasandin. Hunermendan der barê cihê dengbêjiyê di çanda Kurd de agahî da û wergera hin klaman kirin. Di şevbêrka dengbêjan de her wiha xwarina Kurdan jî hat nasandin. Di çalakiyan de govend û atolyeyên enstrumanên perkusyon ên Kurd jî hatin avakirin.Hefteya çandî bi konsera koma muzîkê QWX a bi beşdariya sedan kesî bi dawî bû.

ANF/MARSÎLYA