Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, der barê Hefteya Lehengiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Gelê Kurd jî, dema navbera 21-28’ê Adarê weke rojên misogerkirina hebûna xwe dibîne, bi vî rengî weke Hefteya Lehengiyê bi nav dike û şehîdên leheng ên canê xwe di oxira gelê xwe de feda kirine, bibîr tîne. Hefteya Lehengiyê ji roja çalakiya leheng a Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan, ku di Newrozê de li dijî pêkanînên mêtîngeriyê yê pêk anî û roja şehîdbûna hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) ku li Kurdistanê bingeha gerîla danî, pêk tê.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Cejna vejînê ya gelê Kurd, sekna bi dîsîplîn, wêrekî û bi biryar a fermandarê mezin ê Pêngava 15’ê Tebaxê hevrê Egîd a li ser xeta Rêber Apo, sedema herî mezin a serketina vê berxwedanê ye. Şopdarên vî fermandarê bêhempa, ewladên herî hêja yên gelê Kurdistanê, artêşa gerîla ku wî bingeha wê danî gihandine wê astê, ku ji ku tê bila bê dikare bersivê bide hemû êrîşan û gelê xwe azad bike. Şopdarên fermandar Egîd îro li Şengalê, Kerkûkê, Zagrosan, Dersîm, Amed, Amanos, Derya Reş, cih û warê Egîdan Botanê û li çar aliyên Kurdistanê parastina gelê xwe dikin, weke rêvebirinên têkoşîneke leheng, azadiya gelê Kurd garantî dikin.
Bi wesîleya 31. salvegera vê şehadeta mezin, di şexsê fermandarê me yê nemir hevrê Egîd de, em careke din bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên xwe ditewînin û soz didin, ku çanda leşkerî ya ku bi wêrekî û biryardariya fermandar Egîd hat afirandin, ji bo me hemû Hêzên Parastina Gel her tim bibe rêber. Li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê li gelê xwe û hemû hevrêyên xwe yên di xeta Egîdan de têdikoşin, careke din pîroz dikin.”
ANF/BEHDÎNAN