Li Zanîngeha SOAS a Londonê, Hefteya Piştgiriya bi Kurdistanê re dest pê kir. Hefteya Piştgiriya bi Kurdistanê re ji aliyê endamên YXK û JXK´ê ve li Zanîngeha SOAS (Dibistana Lêkolînên Rojihlat û Efrîkî) a li paytexta Ingilistanê Londonê tê organîzekirin. Çalakiyên hefteyê wê ji 27'ê Mijdarê heta 1'ê Kanûnê dewam bikin.

Di vê çarçoveyê de her roj wê li avahiya yekîtiya xwendekaran a zanîngehê, xwarin û aksesûarên Kurdan bên firotin. Her wiha bi wesîleya salvegera 39. a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xwendekaran pîrozbahiyek li dar xist.

Di roja dawî ya hefteyê de wê tevî xwendekarên Îranî, Filistînî û Sûriyeyî yên li Zanîngeha SOAS'ê perwerde dibin, şeveke çandê ya hevpar bê organîzekirin.

Dahata Hefteya Piştgiriyê ya bi Kurdistanê re wê ji bo mexdûrên erdheja 12'ê Mijdarê ya li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bê bikaranîn. 


LONDON