Me meha bihurî nûçeya wê yekê parvekiribû ku li dibistanên dewletê yên Nashvilleê (DYE) heger Rêveberiya Dibistanan qebûl bike dersên Kurdî wê karibin li dibistanên amadeyî karibe weke ders bê dayîn. Rêveberiya Dibistanên Dewletê ya Metro-Nashvilleê (MNPS) ev daxwaza civaka Kurd qebûl kir.

Hefteya bihurî roja înê jî ji bo Dibistanên Metro-Nashvilleê êdî wê karibin fermî doza dayîna dersên Kurdî bikin. Piştî ku MNPS´ê li vê deverê belgeyên fermî gihandin rêveberiya eyaletê, di nava çend hefteyan de wê bersiva wê bê dayîn. MNPS hêvî dike ku pêşî li Lîseya John Overton sala xwendinê ya 2019-2020´an bide.

Fikra dersên Kurdî ji nava civaka Kurd hatibû û wan karîbû bi projeya xwe dibistanan û MNPS´ê qaneh bikin ku fêrkirina Kurdî hem ji bo xwendekarên Kurd û hem jî ji bo yên ne Kurd wê fêdeyeke mezin hebe.

Li lîseya Overton High Schoolê halê hazir 113 xwendekarên zimanê wan ê dayikê Kurdî hene. Lê ji bo dersê divê xwendekar bixwazin ku Kurdî bixwînin. Heger têra xwe xwendekar bixwazin Kurdî bixwînin, Kurdî wê sala bê li dibistanê dest pê bike. Heger nebe jî, dibistan wê ji bo peydekirina elaqeya ji bo Kurdî xebatê bimeşîne, da ku salekê paşê karibe dersa Kurdî bide.

Li dibistanên dewletê yên Metro-Nashvilleê di asta amadeyî de 1200 xwendekarên zimanê wan ê dayikê Kurdî heye.

 

NASHVILLE