Hejmara 4’an a kovara Folklora Me derket. Kovar bi nivîsên li ser bi beşên cuda yên folklorê mişt e û vê carê kovar cih dide nivîsên girtiyan jî.
Weqfa Mezopotamyayê kovara Folklora me derdixe. Di vê hejmara Kanûn, Çile û Sibatê de bergê pêş wêneyekî zivistanê ye.
Edîtoriya kovarê dibêje, bi taybetî girtîyên zindanan, bi name û nivîsên xwe coş û kelecana wan zêde dike û dê di hejmarên bê de nivîsên wan biweşînin.
Ji ber ku weşana hejmarê beriya sersalê bûye edîtoriyê di dawiya nivîsa xwe de gotiye, ‘Serê salê, Binê salê, Xwedê azadî û serbestîyê bike qismetê vê malê, Û hûn jî bibêjin, amîn.’
Edçtorî li ser mijarên vê hejmarê jî dibêje, "Di vê hejmarê de Mehmet Yildirimçakar, Loriyên Qelqelîyê berhev kirine. Ahmet Seyar berê xwe daye destanên Kurdî û li ser rol û karîgerîya jinê di destanên Kurdî yên epîk da, hûr bûye. Cemîl Şêlazî, di gotara xwe ya bi herfên aramî de, berê me dide bikaranîna nifiran di heyranokan da. Mem Mukriyanî dîsa ji beşeke cuda deng li me dike, yek bi yek qala giyayan dike. ‘Aykê’ya mirovxur, ‘Xecê’ya ku ji ber karî bûye wekî pîrikekî, jinbava zalim, pepûk, mêvanê fama û sê birayên kose; hin leheng û tîpên hejmara me ya çarem in."
AMED