Kovara Bîrnebûn a Kurdên Anatolya Navîn hejmara xwe ya 75´an derxist. Bîrnebûn yek ji kovarên herî emirdirêj ên Kurdî ye. Kovar 4 mehan carekê hejmarekê derdixe. Nivîsa herî balkêş a vê hejmarê ya Rohat Alakom a bi navê ‘’Mirza Seîd’’ e. Ev gotareke biyografîk e. Agahiya herî balkêş di gotarê de jî ew e ku Mîrza Seîd ew helbesta Hurmuzgan ku dibêjin, pirr kevin e. Li gorî gotarê, Mîrza Seîd ê ji Sine gava çûye Ingilistanê, ev helbesta li ser çerm nivîsî bi xwe re biriye û hin belgeyên din jî pê re hebûne. Ev helbest jî hingê xebero belav bûye.   

Hevpeyvîneke edîtor Ali Çiftçi Haymanali bi Şilan Yaşar re, Dr. Mikaîlî İç behsa Reşiyan kiriye, wekî din nivîsên Nuh Ateş, H.D. Tutak, Nuhê Hecî Malê Herşîd, Bêrîvan Keskîn, Yıldız Karagöz, Xidir Uso, Seyfi Doğan, Îhsan Turkmen, Xizan Şîlan, Rûjhat Esîman, Mûlla Evîndar, Seyfî Dogan, Mehtab Îdelî, Rohat Mîran, Yusuf Kaynak jî di vê hejmarê de hene.

n NAVENDA NÛÇEYAN