Li heremê dîsa pergala cerdevaniyê tê pêşxistin. Bi taybetî dê xwestin ku li herêmên sînor pergala cerdevaniyê pêş bêxistin. Li hemberî vê pergalê narazîbûn jî zêde dibe. Serokê Odeya Tabiban Azad Karagoz û Sekreterê şaxa SES'ê ya Şirnexê Aziz Yural bertekên xwe anîn ziman. Pergala cerdevaniyê ku di salên 1987'anr de dest pê kir, di sala 2000'an de hêmara wan derket 70 hezarî. Hêjmara cerdevanan li gorî daneyê Wezareta Karên Hun îsal gihişt 80 hezarî. Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê Azad Karagoz, bertekê xwe anîn ziman û diyar kir ku di sala 2000'an de 70 hezar cerdevan hebûn, lê niha li gorî daneyê Wezîrê Karên Hundir li Tirkiyeyê 80 hezar cerdevan heye. Karagoz, destnîşan kir ku ku ev pergal xizmeta çareseriyê nake û wiha got: "Li herêmên Çewlik, Mûş, Colemêrg û Şirnexê kadroyên taybet derxistin. Bi zêdbûna cerdevanan re ewlehî jî namîne. Ev pergal dê pirsgirêkên nû bi xwe re zêde bike. Bi vê pêvajaya çareseriya demokratîk pergala cerdevaniyê jî tê pêşxistin û ev hiş û aqilan tev li hev dike. Li şûna ku ev mirovên bi salan in bi çekan welatiyan tehdit dikin û tev li kuştinan bûne bên dermankirin û terbiyekirin. Di salên 90'an de kuştinên faîl nediyar bi perala cerdevaniyê hatin pêxxistin. Niha jî pêşxistina cerdevaniyê dê pirsgirêka tundiyê zêde bike. Li şûna ku pergalê belav bikin û hêjmara cerdevanan kêm bikin, dijberî vê yekê cerdevan tên zêdekirin û ev yek talûke ye."
'Em bi fikar in'
Sekreterê Şaxa SES'ê ya Şirnexê Aziz Yural jî heman fikarên xwe anîn ziman û wiha got: "Li aliyekî dixwazin PKK'ê bê çek bikin, li aliyê din çekan didin cerdevanan û hêzen çekdar ên sivîl pêş dixin. Ev geşedan fikarên me yên der barê pêvajoyê de zêde dikin. Demek dirêje kuştin pêk nayê û ev me kêfxweş dike. Em naxwazin dîsa kuştin çêbibin. Niha PKK'ê çekên xwe bêdeng kir. Em dixwazin pergala cerdevaniyê jî bi dawî bibe û dewlet û hikûmet jî gavan bavêjin.
Yural, bal kişand ser çalakiyen Dayikên Şemiyê û xwest êdî hawar û dengê wan jî bê bihîstin û daxwazên wan pêk bên. Yural, bang li Komîsyona Mirovên Aqilmend jî kir û xwest li hemberi vê pergalê jî dengê xwe bilind bikin."
JIHAT AKÇA / DÎHA/ŞIRNEX