Hejmara meha Hezîranê ya rojnameya mehane Newaya Jin hat çapkirin. Ev hejmara 171’ê ya rojnameyê bi manşeta ‘Berxwedana laçik spiyan qalikê faşîzmê şikand’ hate çapkirin û bi giranî li ser berxwedana dayikên girtiyan a çend mehên derbasbûyî ye.

Rojnamevan û nivîskar Denîz Bîlgîn, çanda dayiktiyê, berxwedana laçik spiyan ku veguherî tevgerekê û encamên polîtîk ên vê berxwedanê nirxandin. Denîz destnîşan dike ku çanda dayiktiyê li Kurdistanê rastiyê temsîl dike.

Munevver Azîzoglû jî balê dikişîne ser saziyên dewletê ku veguherîne mekanîzmayên şidetê.

Der barê Zeynep Kinaci û Sema Yuce de ku ji sembolên Tevgera Jinên Kurd in, Zerya Gul şîrove-nivîsek amade kir. Di nivîsê de Zeynep û Sema weke pêşengên şoreşa sedsala 21’ê hatin pênasekirin.

Rojda Yildirim dîrok û çanda civakî ya Sûdanê lêdikole ku dema dawî bi serhildana gel kete rojeva dinyayê.

Wêje û bibîranîn

Di rûpelên Kurdî de gotarên; Bêrî Bihar bi sernavê “Çavkaniya wêjeya nivîskî wêjeya devkî”, Rûken Ehmet bi sernavê “Heqîqet, wekhevî û jiyana ku bi destê jinê tê honandin” û Roza Mêrdîn jî bi sernavê “Kesên temen biçûk çîrok mezin” ji rojnameyê re nivîsîn.

Dilar Dîrîk jî têkoşîna jinên Hindistanê lêkolîn kir û bi berfirehî vegot.

Rûhşan Bozan jî ku li Hepsa Gebzeyê ye, der barê helwêsta rêbazê ya Jineolojiyê nivîseke lêkolînê amade kir.

Di rûpela jiyana civakî de jî nivîseke bibîranînê bi sernavê “Hevdîtina li serketinê” ya Nûjiyan Zel hate weşandin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN