Rêveberê Hêzên Asayîşê ya bajarokê Dêr Cemal ê girêdayî Kantona Efrînê, Cemîl Omer diyar kir ku wan 266 malbatên herêma Babê û Minbicê yên ku ji kiryarên çeteyên DAIŞ`ê reviyane, pêşwazî kirine û got di van rojên dawiyê de 4 hezar û 271 koçberên ji herêma Ezazê derbasî Kantona Efrînê bûn.

Cemîl Omer destnîşankir ku ew alîkariya koçberan dikin û weha axivî: “Her weha di rojên dawiyê de 266 malbatên ji herêma Babê yên ji kiryarên çeteyên DAIŞ’ê reviyane, hatin pêşwazîkirin. Em malbatan digihînin cihê ku ew dixwazin. Hin ji wan di Efrînê re diçin gundewarên rojavayê Helebê û hin jî li Kapa Robar a li gundê Basilê ya Kantona Efrînê tên bicihkirin.Lê pirraniya wan li Kantonê dimînin.”

Cemîl Omer destnîşan kir ku ji 21’ê Hizêrana 2016’an ve heta niha 4 hezar û 271 koçber ji herêma Ezazê ji ber şerê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên Koalisyonê de reviyane û xwe spartine Kantona Efrînê.

Hêjmara koçberên ku ji 25’ê Gulana 2016’an ve xwe gihandine Kantona Efrînê gihîşt 35 hezar û 778’an.


 ANHA/EFRÎN