Kovara Çirûskê di hejmara xwe ya 17’an a Çile-Sibat-Adar-Nîsanê de gelek mijaran ji xwendvanên xwe re radigihîne. Kovara Çirûskê ku bi dîrektoriya Rênas Jiyan derdikeve wê di vê hejmarê de jî bi babetên nivîsan wê ji fikr û ramanên xwendevan re deriyên nû vebike. Di vê hejmarê de li gel gelek helbest û nivîsên wêjeyî, li ser du têgînên bi mijara ‘Hêza Gelî an Tundî’ nivîsa Alî Koç heye. Koç di nivîsa xwe de nirxandineke berfireh li ser şoreşên sosyalîst kiriye. Koç di destpêka nivîsa xwe de jî diyar dike ku gelek nirxandin li ser wan şoreşan hatine kirin lê ew bi aliyekî dîtir digire dest.

Di kovara Çirûskê de her wiha hevpeyvîna bi helbestkarê Kurd Berken Bereh re hatiye kirin jî cîh digire. Hevpeyvîn derbarê xebat û helbestên Berken Bereh de jî gelek agahiyan dide. Bereh ji asta mijarên di helbesta Kurdî de tên bikaranîn heta kovargeriya Kurdî der barê gelek mijaran de nêrînên xwe tîne ziman. Ji bilî nivîsên teorîk, gelek nivîs û nirxandin jî di kovarê de cih girtine.

Nûredîn Zaza...

Nivîsa Rênas Jiyan ku li ser nivîskarê Kurd Nûredîn Zaza nivîsandiye jî yek ji nivîsên balkêş e. Jiyanî di nivîsa xwe ya bi navê ‘Nûredîn Zaza’ de li ser jiyan û ramana wî ya ku ‘dilêriya jinê’ ji xwe re kiriye bingeh, hûr û kûr disekine û vedibêje. Rênas Jiyan, dema behsa Zaza dike ne tenê agahiyên ansîklopedîk, her wiha aliyên Nûredîn Zaza yên nayên nasîn jî vedibêje. Em bi vê nivîsê haydar dibin ku Zaza di demeke jiyana xwe de ku piranî bi siyasetê re mijûl bûye, nivîskariya wî talî maye. Di nivîsê de tê destnîşankirin ku ji ber Nûredîn Zaza kesayetekî siyasî û şoreşger e herî zêde nivîsên welatparêzî û şoreşgerî nivîsandine. Jixwe ev taybetmendî di çîrokên wî de jî xwe didin der. Nemaze di çîroka Zaza ya bi navê ‘Gulê’ de parastina welat, dilêriya jinê bi awayekî gelekî serkeftî hatiye vegotin.

Çîrok, helbest û nivîs

Hin ji kesên ku di hêjmara 17´an a Kovara Çirûskê de helbest, pexşan, krîtîk, çîrok û li ser ziman nivîsî ne wiha ne:  Destên Bavê Ciwan/Ehmedê Huseynî, Gemarname/Omer Farûq Baran, Dîtin/Bajar Mîrzeman, Helbestrana Gulê/Selamî Esen, Hêza Gelî an Tundî?/Alî Koç, Guftûgo li gel Tirsê/Îmad Bernas, Rosalía de Castro/Cantares Gallegos, Tûrek Ard/Bahoz Baran, Berken Bereh, hevpeyvîn,Berî Ez Te Nas Bikim/Kerem Yûsiv, Xêzdank/Rêdî Seîd, Nûredîn Zaza/Rênas Jiyan, Ji bo yê Baş/Osê, Guneh/Îlhamî Sîdar, Ronahîbûn û Pozîtîvîzm/Rizgar Elegez, Çêlika Hechecîkê/Cemîl Denlî, Para Şêrî/Evdisselam Yilmaz û Karîkatur/Mistê 

DÎHA/AMED