Di vê hejmarê de tevi gelek helbest û nivîsên wêjeyî, li ser rewşenbiriyê Diyar Asûr nivîseke balkêş amade kiriye. Asûr di nivîsa xwe de li ser rol û rista rewşenbiriyê û li ser ‘Nekemilîn û Kemilîn’ê radiweste. Asûr sernivîsa xwe jî di esasa xwe de ji gotara fîlozîfê Alman Imêanuel Kant a ku di sala 1784’an de nivîsandiye werdigire. Jixwe di nivîsê de jî bi awayekî berfireh li ser Kant û nêrînên wî disekine.
Her wiha hevpeyvîna ku bi koma muzîkê Siya Şevê re hatiye amadekirin jî di vê hêjmara kovarê de cîh digire. Hevpeyvîna ku ji aliyê Janez Sar ve hatiye amade kirin, der heqê xebat û mantalîteya Siya Şevê de agahiyan dide.
Nivîsa li ser Suhrewerdî
Nivîsa Rênas Jiyan ku li ser fîlozofê Kurd Suhrewerdî nivîsandiye jî yek ji nivîsên balkêş yê kovarê ye. Jiyanî di nivîsa xwe ya bi navê ‘Fîlozofê Kurd Suhrewerdî’ li ser jiyan û ramana wî mirovê ku ‘dil’ ji xwe re kiriye qiblegeh hûr û kûr dibe. Jiyan dema behsa Suhrewerdî dike, ne tenê aliyên agahiyên ansîklopedîk, her wiha li ser aliyên wî yên veşarî jî eşkere dike.
Di heman demê de felsefeya Suhrewerdî ku di temeneke ciwan de, di 36 saliya xwe de ji aliyê desthilatdaran ve tê bidarvekirin tu carî dest ji rastiyê bernade. Serê xwe dide, lê ji heqîqetê venagere. Em bi nivîsa Rênas Jiyan re dikevin nav doktrîna ‘Meşaî’ û di guhê mirov de dengê Suhrewerdî olan dide; “Divê mirov rastiyê ji bo berjewendiyê feda neke.”
Wêjeyeke dewlemend
Di hêjmara dawî ya kovarê de tevî Xecê Omerî, Sedat Yurtdaş, Omer Dilsoz, Hemed Alî Qoserî, Alan Ciwan, Xezal Dêrikî, Berken Bereh û Davut Yeşîlmen helbest, nivîs, krîtîk, çîrokên gelek wêjewanan a li ser zimanê Kurdî û mijarên cûr be cûr cîh digirin.
AMED