Kovara fikrî û birdozî ya bi navê Demokratîk Modernîte ku ev 7 sal e weşanê dike, bi hejmara 19’emîn bi xwendevanên xwe re ye. Kovara fikrî û bîrdozî Demokratîk Modernîte, ji nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigire û gelek nivîskarên navdar ên cîhanê, rewşenbîr û akademîsyenên li Tirkiyeyê, dîsa ji gelek nivîsên ji girtîgehan ji hêla dîlên azadiyê ve tên nivîsandin re cih vediqetîne. Kovar di hejmara xweya dawî de balê dikişîne ser ‘Şoreşa Cotmehê’ û bi sernavê ‘Şoreşa Cotmehê ya Mezin û Jevketina Wê, Jinûvewelidîna Hêviyê’ derket.
AMED