Rojnivîska Hazarê
Zarokên ku li Gola Hazarê ji aliyê şaredariyê ve li kampa havînê rojên xwe yên betlaneya bi cerebeyên cihêreng derbas kirin, van cerebeyên xwe di rojnivîska Kampa Hazarê bi hevalmn xwe re parve dikin. Di rojnivîskê de 6 rojên li kampê çawa derbas bûne bi hevokên sade hatine nivîsîn. Di vê hejmarê de her wiha rê û rêbazên çêkirina şewqeya taînerê jî tê hînkirin. Bi amûrên ku bi hêsanî dikarin werin dîtin ev şewqe dikare were çêkirin. Bi çêkirina vê şewqwyê zatok di warê beheryên psîko-mootr de jî dikarin xwe pêş bixin. Di beşa kurmancî de zûgotinok û tiştanok mirov dikare wekî amteryalên lîstikên Kurdî jî bigire dest û bi van tiştanokan xwe bi riya fikirinê behreya zarokan û cîhana wan a xeyalan rengîntir bike.
23 hejmarê têr û tijî
Rojnameya Dengê Zarokan a ku zêdetirî 3 sal e ku bi rêk û pêk ji du mehan carekê di standan de cihê xwe digire ye. Zarokên ku pirên wan her roj dibin qurbaniyên vî şerê qirêj û taybet a ji bo gelek were înkar û îmhakirin, bi rojnameya xwe ya ku ev 3 sal in derdikeve jî dilêrî û berxwedana gelekî jî bi awayekî pir baş radixe ber çavan.
Zarokan bi hestiyariya xwe ya têkildarî rojên girîng ên gelê Kurd û mirovahiyê ve destnîşan dikin ku ew ê di hejmarên pêş de karên baştir bikin. Zarokên Rezan ên ku rojnameya Dengê Zarokan derdixin dibêjin ku ew gelek şad û bextewar in ku her du mehê carekê bi hejmareke dîtir derdikevin pêşberî hevalên xwe. Zarok ji niha ve zend û bendên xwe badane û dest bi amadekariya hejmara nû ya Dengê Zarokan kirine.
AMED