Di nivîsa edîtor de berxwedêrin ziman balê dikişînin ser hatina demsala xwedninê ango payîzê û berxwedana dîlên aazadiyê yaa di zimnanan  de 49 rojan li du xwe hişt silşav dikin. Kovara Hawara Botan ku bi awayekî kolektîf ve ji aliyê ciwanaên Cizîra Botan  ve ligel hemû astengiyan bi biryaardarî derdikeve heta niha 4 hejmarên wê ji aliyê dozgeriya komarê ve bi hinceta ‘propogandata rêxistinê kiriye’ hattiye berhevkirin.  Di nivîsa edîrot de berxwedêrên ziman bi vê hejmara xwe ve silaveke bi vî rengî ji xwendevanên xwe re rê dikin: “Bi hatina demsalek nû re, bi bayê payîzê yê ku bêhna azadiyê jê tê em dibêjin merheba. Xwînêrên hêja bi hatina demsala payîzê bi barîna baranê re bêhna axê xweş bûye, pelên daran diweşin li ser rûyê erdê bi rengê xwe yê zer xemilandiye. Kovara Hawar Botan jî binivîsên giranbuha xemilandiye rûpelên xwe. Em wekî têkoşerên ziman yên Botanê û xebat karên kovara Hawara Botan em  berxwedêrên di zîndanan de ji bo azadiyê û ji bo azadkirina zimanê kurdî bi rojan e bi çalakiya herî birûmet û bi wijdan dimeşînin em bejna xwe li ber vê sekna wan ya mîrovane ditewînin û silav dikin.”
Naveroka kovarê vê carê jî binivîsên hêja xwe germ kiriye  bi taybetî nivîsên ji dîlên azadiyê hatine, reng û wate daye kovarê.  Hevpeyvîna bi nivîskarê Kovarê Ceng Hêvîdar  re li ser xwendin û nivîsandina bi kurdî û her wiha li ser çîroka wî ya çîroknivîsiyê hatiye kirin.  

ŞIRNEX