Yek ji fermandarên YBŞ’ê Êzîdîn Şoreş li merasîmê axivî û dewreya nû ya ciwanên Êzîdî pîroz kir. Şoreş got; “Îro ciwanên Êzîdî di bin sîwana YBŞ’ê de xwe rêxistin û perwerde dikin. Her wiha ji bo carek din êrîş neyên ser civaka me tevlî YBŞ’ê dibin.”
Êzîdîn Şoreş diyar kir, her çiqas êrîşên ne merdane li dijî civaka Êzîdî çêbûne jî, lê timî hebûna xwe parastine û wiha dewam kir: “Bila dijmin û her kes bizanibe her çiqasî ferman ser gelê me de jî hatiye, lê îro gelê me ne bi tenê ye û ne bê hêz e. Berevajî wê hîn xurtir û xwedî hêzekî ye ku îro bi tena serê xwe gund bi gund, cih bi cih xaka Êzîdxanê ji destê çeteyên hov rizgar dike. Bi vî rengî wekî YBŞ em bersiva fermanê didin. Ji bo wê bila cîhan hemû zanibe ku îro Êzidxan ne bi tenê ye, YBŞ û YJŞ bi hezaran ciwan parêzvanên vê xak û olî ne.”

Piştî axaftinê ciwanan bawernameyên xwe girtin. Di dawiya merasîmê de şervanan dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ qîriyan û derbasî cihên xwe yên di nava refên YBŞ’ê de bûn. 


 ŞENGAL