Li Wanê piştî di 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an du erdhejên mezin pêk hatin û bi hezaran xanî hilweşiyan aboriya welatiyan ser û bin bû. Ji ber ku niha li wanê kar tune welatiyên Wanê di nava jar û xizaniyê de dijîn. Kar tune, betalî û xizanî jî pir zede ye. Welatiyên ku ji Sûriyeyê koçî Wanê kirine û bûne penaber jî nikarin kar bi dest bixin û di nava jarî û tunebûnê de dijîn. Malbata ku ji şerê Sûriyeyê reviyan û hatin Wanê, ji ber kar bi destê wan nakeve û kes alîkariyê nadin wan, niha dest bi parseyikê kirin. Zarok û jinên ku kom bi kom li kuçeyan belav dibin, neçarî parsekiyê bûn.

Der barê rewşa penaberên Sûriyê ku hatine Wanê Midûrê Zabiteyên Şaredariya Wanê Vahap Kipçak, diyar kir ku wan lêkolîn û kontrol kir û li gorî lêkolîn û kontrola wan piraniya welatiyên ku parsekiyê dikin ji dervê bajar hatine. Kipçak, anî ziman ku piraniya kesên li kolanan parseyeki dikin ji ber şerê welatê xwe reviyane hatine Wanê û ji neçarî parsekiyê dikin. 

DÎHA/WAN