Di 4’ê Cotmehê de dibistanên Kantona Kobanê fermî hatin vekirin. Ji wê demê ve şagirt bi qefleyan berê xwe didin dibistanan û perwerdeya xwe ya bi zimanê zikmakî dibînin. Piştî ku dibistan hatin vekirin, roj bi roj hejmara xwendekaran zêde dibe. Malbatên ku destpêkê zarokên nedişandin niha dişînin.

Rêveberê Dibistana Miştenûr a bajarê Kobanê Welat Êto destnîşan kir ku bi vekirina dibistanan re, hejmareke mezin a şagirtan navên xwe li dibistanan navên xwe qeyd kirin, malbatên wan jî dixwestin ku zarokên wan bi zimanê zikmakî perwerdeya xwe bibînin. Li gorî Êto, piştî ku malbatan dîtin ku zarokên din diçin dibistanan û perwerde bi awayekî serkeftî derbas dibe, bêhtir piştgiriya zarokên xwe kirin û vê hişt ku baweriya wan bi serkeftina metiryalên nû were.

Êto di berdewamiya axaftina xwe de got: “Her ku diçe hejmara şagirtan zêde dibe. Li her dibistaneke Kobanê herî kêm hezar şagirt perwerdeyê dibînin. Helbest encama vê yekê jî heye. Şagirtên ku destpêkê dihatin, ji xwendinê hez nedikirin.  Dibe ku ji ber rewşa li bajêr rûdaye tiştekî mezin di dilê wan de maye. Lê piştî ku perwerdeya bi metiryalên nû dilê wan rihet bûye.  Li rûekniya wan hezkirina ji perwedeyê diyar dibe. Ew nabêjin lê baş hîs dikin ku ew ji tiştekî mezin  û bi nirx mehrûme mane.” 


 ANHA/KOBANÊ