Car heye ji bo wê helbest stran e, stran helbest e û di hemû şevereş û reşetariyan de bi hawariya wê ve tên û coş û peroşiyeke kolektîv peyda dikin. Yek ji vê coşa kolektîv a muzîk û helbestê jî albûma “Tov” a Rewşanê ye.

Rêdûr DÎJLE

Heger meriv rabe û îlam, dirûvekî bi hunerê bixe û tiştekî bibêje; bi hawakî strukturel kewareke mêşan e. Her malikeke vê kewarê jî şaxekî wê temsîl dike. Gava malikek jî hilweşe, kêm bibe an jî bişikê, tu bikî nekî tesîrê li tevahiya kewarê dike. Dibe ku her malikek xwedî xweseriyekê be, lê li gor pêçûn û xwendina min axirê bi hawakî tên li heman kewarê dilûsin. Tişta ji wan hasil dibe jî, tiştkî kolektîv e.

Lewma meriv dikare bêje, huner tev ji kaniya hev vedixwin û dixwazin deng, reng û teamên jiyanê di xwe de bihewînin. Wekî hemû huneran, muzîk jî ji kaniya gelek huneran vedixwe. Pirî caran xwe li neqebeke di navbera peyv û risteyê de datîne. Nexasim muzîka bipeyv, bi ku ve biçe jî axirê li tingîniya dengan û melodiya xweser a risteyan datîne. Wekî gorbuhişt Arjen Arî jî gotî, peyv ji bo her muzîkê serkanî ye û muzîk bi amûran govendê li dû û dora peyvê digerîne. Bi vê govendgerînê jî dike ku heqîqeteke hevpar a ruhî, coşeke kolektîv aj bide.

  FÊRÎKÊ ÛSIV  

Huner weke meydaneke xilasiyê

Helbet ev pêwendî û kolektîvbûyîna di navbera muzîk û peyvê de, xwe disipêre dîrokeke qedîm ku gelek kesan ji pencereyên cihê bi lêv kirine. Wekî xwedawerivandinê, qetandina zincîran, hayjixwehebûnê, armoniyekê... şirove kirine. Ji bo civak û ferd bi darî hev kevin û hay ji rewşa maddî û arişî ya heyî çê bibin, barekî katartîk (pakbûn, dawerivîn) û ontolojîk li muzîk û peyv-helbestê bar kirine.

Yek ji ehlê vê pêwendiya rast jî Nietzsche ye. Li gor wî, divê ev pêwendî rast bê danîn. Çimkî, bêyî hunerê ne mimkun e mirov ji weziyeta “mirovê trajîk” ber bi weziyeta “mirovê bilind” ve biçe û ne mumkin e, behsa civakan bike. Heger mumkin be jî wê navê vê vederkirin an jî tecrîd be. Ew civak wê civakine çolax û kulek bin. Lewma bivênevêya civakîbûnê ye. Xasma jî gava mirov bi siyaset, polîtîka, zanist û wekî din nikarin nêzîkayîtêdana xwe ya ji bo xwezayê tehlîl bikin, nikarin ruhê xwe têr bikin û dixitimin, yekser berê xwe didin hunerê. Ji lewre, xelasiya civaka ku di warê aqil, exlaq û heqîqetê de tê rûxandin û ketibe nav çiravekê, bi taybetî bi hunerine wekî muzîk û helbestê pêkan e. Loma li ber tirs û felaketa hebûniyê, hunerê wekî rizgarkerê jiyanê û helbestkar/hunermend jî wekî dengdanê li kendal û hevrazên hebûnê pênase dike.

Coşa kolektîf û Tov

Îjar di heyamekê de ku ruhê mirovan tê kolekirin, nasname û estetîka mirovan tê qijilandin, carinan ji her wextî bêhtir pêdivî bi têkilî û pêwendiyeke wisa çê dibe. Car heye, ew coş û hêza ku melodiyek, peyvek an jî ristek li hev bar kirine, dibe sedema bêhnberdan û bêhnvedaneke mezin. Mirov bi saya vê çirûskê dikare bi ser hemdê xwe ve bê. Yanî ew ruhê mirov yê zor û tehde lê hatiye kirin û tengijiye, çivan dide xwe û ji wê weziyeta heyî ber bi rewşeke xurt ve şiyar dibe. Dibe destgirê jiyanê. Dike ku mirov careke din li tişta der barê dîrok û cîhanê de şiyar bibe, di parzûna xwe re biparzinîne. Dike ku rê li ber azadiya xwe ya hundirîn veke û di tarîtiyê de bibe çûkê Mînerwayê û di wesfê şoreşê de li rastiyekê deyne.

Belkî jî ev pênase, herî pir li civaka Kurdî tê ku li dij qirkirina çandî, muzîk û helbest kozikên wê yî nayê têkşikandin û ji heqîqetên wê yî sereke ne. Car heye ji bo wê helbest stran e, stran helbest e û di hemû şevereş û reşetariyan de bi hawara wê ve tên û coş û peroşiyeke kolektîv peyda dikin. Yek ji vê coşa kolektîv a muzîk û helbestê jî albûma “Tov” a Rewşanê ye.

“Tov”, bi sewta xwe careke din nîşan dide, bê muzîk di navbera edebiyat û helbestê de xwe li neqebeke çawa û qewî datîne. Nexasim jî bi stranên bi navê “Dinya Ha Ye”, “Wisa Dixwazim” û “Gulîzera min” ku her sê jî helbestên Fêrîkê Ûsiv in, bê çawa peyv-helbest serkaniya muzîkê ye, bê çawa muzîk bi amûran govendê li dû û dora peyvê digerîne, bê çawa gava peyv-helbest û muzîk li sewtekê dibin yekpare û hêzeke çawa diafirînin, bê çawa coşeke kolektîv diafirînin, bê ruhekî çilo li mirov hasil dikin, bê çawa ji bo ew ruhê mirov yê zor û tehde lê hatiye kirin û tê xwestin li qeyd û kelemçeyan bê xistin, dibin havên, bê çawa di hundir de hêla insanî şiyar dikin, bê çawa wê jiyana heywanî red dikin, bê li ber qijilandin û kolekirina nasnameya ruhî û estetîkî rabûneke çawa peyde dikin...