Ronahî: Şexsiyeta Arjen Arî û nivîsandina wî ya bi Kurdî weke panaromaya Kurdên li Bakurê Kurdistanê ye. Destpêkê bi Tirkî helbestan dinivisîne û paşê li zimanê xwe yê dayikê vedigere. Hemû helbestên xwe yên bi Tirkî ji holê radike. Ji ber vê yekê ev panaromaya me Kurdan e.
BÎLAL GULDEM / KADRÎ ESEN / MA / AMED
Weşanên Sor, dosyayên helbestan ên şairê Kurmanciyê, Arjen Arî weke set wê biweşîne. Berpirsyarê Weşanên Sor, Reşo Ronahî diyar kir ku armanca wan ew e, setê bigihînin Fuara Pirtûkan a Amedê ya TUYAP’ê û got, jiyana Arjen Arî “Panaromaya Kurdan” e.
Weşanên Sor ku girîngiyê dide berhemên wêjeya Kurdî, 9 dosyayên helbestan ên yek ji şairên wêjeya Kurdî, Arjen Arî ku beriya niha cuda cuda ji aliyê gelek weşanxaneyan ve hatine weşandin, dike set. Seta Weşanên Sor ku wê bi sedan helbestên Arjen Arî bigihîne xwînerên Kurd ji van dosyayan pêk tê: “Şêrgele, Ev Çiya Rûspî Ne, Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Erotîka, Çil Çarîn, Payîza Peyvê, Destana Kawa û Azhî Dehaq, 72 Nefî û Şi’ir û Sînor”
Em ê bi fûarê tenê nemînin
Berpirsê Weşanên Sor Reşo Ronahî têkildarî seta dosyayên helbestan a Arjen Arî agahî da û diyar kir ku amadekariyên wan ên setê didomin û wiha got: “Armanca me ew e, em setê bigihînin Fûara Pirtûkan a Amedê ya TUYAP’ê ya wê payîzê bê vekirin. Em ê di fûarê de ji bo Arjen Arî hin çalakiyan li dar bixin.
Em ê tenê bi fûarê jî nemînin. Em ê li gelek bajaran ji bo bîranîna Arjen Arî çalakiyan li dar bixin. Her wiha piştî weşandina setê em difikirin ku di mehên zivistanê de jî bi beşdariya hunermend Mehmet Atli, Yûnûs Dîşkaya, Rûken Yilmaz ku helbestên Arjen Arî kirine beste û distrên jî ji bo bîranîna Arjen Arî konser bidin.”
Ji bilî helbestê pexşanên wî jî hene
Ronahî bi bîr xist ku hemû berhemên Arjen Arî beriya niha ji aliyê weşanên cuda ve hatine weşandin û got; “Cara yekemîne dosyayên wî yên helbestan hemû bi hev re weke set tên weşandin. Di nava setê de 9 dosyayên helbestan ên Arjen Arî hene. Ji bilî dosyayên helbestan, çend pexşanên Arjen Arî jî hene. Di dema bê de em ê hewl bidin ji bilî dosyayên helbestan pexşanên Arjen Arî jî cûda cûda biweşînin.
Bi şêweyekî modern nivîsand
Ronahî têkildarî hilbijartina wan a Arjen Arî weha got: “Nifşa Arjen Arî nifşeke helbestkar e. Nifşek e ku Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê dîtiye. Arjen Arî zilma salên 1990’î ditiye, para xwe ji hêzên tarî girtiye û birîndar bûye. Di 40 salên dawîn de li Bakurê Kurdistanê şahidiya gelek bûyerên xerab kiriye. Arjen Arî ev hemû di pirtûkên xwe de nivîsandiye. Serborî û êşên Kurdan ji xwe re kiriye derd û bi tarza xwe nivisandiye. Ji wêjeya klasîk sûd wergirtîye lê bi tarzeke modern nivîsandiye.”
Helbestên wî panoramaya me Kurdan e
Di dewama hevpeyvînê de Ronahî bi awayekî kurt qala jiyana Arjen Arî jî kir û têkildarî mijarê ev anîn ziman: “Şexsiyeta Arjen Arî û nivîsandina wî ya bi Kurdî weke panaromaya Kurdên li Bakurê Kurdistanê ye. Arjen Arî Enstituya Perwerdeya Tirkî ya Amedê dixwîne û dibe mamoste. Destpêkê bi Tirkî helbestan dinivisîne û paşê li zimanê xwe yê dayikê vedigere. Hemû helbestên xwe yên bi Tirkî ji holê radike. Ji ber vê yekê ev panaromaya me Kurdan e. Lewre em Kurd di bin tesîra nivîsandin û axaftina bi tirkî de mane. Bi saya Arjen Arî gelek ciwanên Kurd wêjeya Kurdî nas kirine û ji helbestê hez kirine. Ez jî yek ji van ciwana me. Min piştî ku pirtûka “Şêrgele” ya Arjen Arî xwend dev ji xwendina helbestên Kurdî berneda. Lewre ew tehme ku mirov dixwaze dide mirov.“
Şairê Kurmanciyê: Arjen Arî
Arjen Arî di sala 1956’an de li gundê Çalê yê navçeya Nisêbînê yê ser bi Mêrdînê ji dayik dibe. Helbesta wî ya yekemîn di sala 1979’an de di Kovara Tîrêj de hat weşandin. Helbestên wî li Swêd û Tirkiyeyê di kovarên mîna Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem, Çira, Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîroj, Peyv, Nûbûn û Karwanê de hatine weşandin. Di sala 2004’an de di nav damezrînerên Yekitiya Nivîskarên Kurd de cih digire. Di 30’ê Cotmeha 2012’an de ji ber nexweşiya pençeşêrê li Amedê wefat kir.