Muzîkjenê Kurd, Yunus Dişkaya ji helbêstên Fêrîkê Ûsiv bi navê ‘Hesretdefter’ albûmek çêkir. Dişkaya wekî albûmên xwe yên berê tevahiya albûma xwe li ser înternetê belav kir.

Akademîsyenê berê û muzîkjenê Kurd, Yunus Dişkaya ji helbêstên helbestkarê Kurd ê Soveytê Fêrîkê Ûsiv bi navê ‘Hesretdefter’ albûmek çêkir.

Yunus Dişkaya heta niha ligel çend albûmên Tirkî, ji helbestên helbestkarên Kurd Arjen Arî, Cegerxwîn, Kamiran Ali Bedirxan jî albûm çêkirine, herî dawî ji helbestên Fêrîkê Ûsiv albûma bi navê ‘Hesretdeter’ amade kir û weşand.

Di albûma Hesretdefterê de 15 stran hene: Bo Bîranîna Etemê Rehmetî, Lawikê Min Çû, Ji Kurê Min Re, Gozel, Gulîzera Min, Berf, Wey Gidî Çiyano, Adar Got, Xwezî Dîsa, Du Heval In, Gundê Min, Gulnaz Wekî, Ez Ji Te Hez Dikim û Fortek.

Weke navekî derveyî bazarê Yunus Dişkaya

Muzîkjen Yunus Dişkaya (1978) bi eslê xwe ji Kolika Semsûrê ye. Li Stenbolê mezin bûye û li wir perwerde bûye, demekê li Zanîngeha Stenbolê weke dersdar xebitiye û paşê dest ji kar berdaye. Dişkayayê ku xwe weke ‘hunermendê navmalê’ bi nav dike û konseran nade û hemû albûmên xwe li ser hesabên xwe yên înternetê bê pere belav dike, niha li Îzmîrê dijî û bi mûzîkê re elaqedar dibe.

Ya rastî Dişkaya Çiriya Paşîn a par dema ku ji rojnameya me bi Îbrahîm Bulak re peyivî bû, îşaret pê kiribû ku navlêkirina weke “hunermendê navmalê” yek ji nicknamên wî yên pêşî ên li ser înternetê bûye; wî bi xwe li dijî bazara serdest weke protestoyekê tercîh nekiriye û wiha peyivî bû: “Bi her halî li tişta min dikir, dihat. Bawer dikim hin kesên ku ji wê siteyê (ya ku nickname lê bi kar anîbû) ev nav weke helwêsteke beramberî tişta îndustrîyel, populer û wekî din şîrove kiribû û di înternetê de jî ev yek wiha hatibû qebûlkirin.”

Di dewamê de Dişkaya asta qutbûna xwe ya ji bazara serdest wiha terîf dikir: “Ya rastîbela xwe ji helwêsteke harîqulade vekin, ez nafikirim ku bi liberrabûnekê jî peywendiyekê bi tişta îndustriyel re deynim.”

Ji bilî mûzîkê Dişkaya wergêriyê jî dike. Ji bo guhdarkirina albûma “Hesretdefterê” lînka li jêr dikare bê bikaranîn:

https://soundcloud.com/user-564957951-153461834/sets/hesretdefter-1                               AMED