Sabahattîn Demîr yê wekî Seboyê Kurdî jî tê naskirin, ji ber rewşa aborî di sala 1983’an de ji bajaroka Vartinis ya Mûşê koçî Îzmîrê kir. Demîr 58 salî ye û hesreta xwe ya ji bo Kurdistanê bi helbestan tîne ziman. Li hember qedexeya ziman û astengiyan 30 sal in bi kurdî helbestan dinivîsîne. Demîr li Mûşê terzîtî dikir û piştî ku hat Îzmîrê pîşeya xwe dewam kir. Demîr di helbestên xwe de bi taybet jî cih dide hêmayên kurd û Kurdistanê. Demîr salên borî tenê êvaran helbest dinivîsand û dema serê sibê ji xewê hişyar dibû nikaribû helbestên xwe bixwîne û ji ber vê yekê li ser perwerdehiya zimanê kurdî xebitî. Niha hem helbestên xwe dinivîsîne û hem jî dixwîne.
Di xew de helbest dinivîsand
Demîr diyar kir ku gelek caran dema radizê helbest tên bîra wî, ji xewê hişyar dibe, dinivîsîne û wiha got: “Piştî ku bi wêjeya kurd re eleqedar bûm, îcar jî ji karê xwe sar bûm. Êvarê dema radizêm, tiştek bê bîra min radibim û dinivîsînim. Îcar jî serê sibê dereng hişyar dibûm û dereng diçûm kar. Min zehmetiyên aborî kişand, lê wisa bawer dikim ku piştgirî da wêjeya kurd.”
Têra 10 pirtûkan helbest nivîsandiye
Demîr di helbestên xwe de cih dide welatiyên ku rastî zilmê hatine, zextên li hemberî parlamenterên DEP’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Demîr bilêv kir ku 30 sal in helbest dinivîsîne, helbestên ku nivîsandiye, têra 10 pirtûkan dike û wiha axivî: “Ger dilopek be jî dixwazim di wêje û hunera kurdî de keda min hebe. Ji ber vê yekê ez ê nivîsandinê bidomînim. Ger rojekê rewşa min aborî baş bibe, ez ê helbestên xwe wekî pirtûk çap bikim.”
DIHA/IZMÎR