Azad Penaber ê 25 salî xizmê keseke qatilên wê nediyar e û wî li ser kesên kujeran wan nediyar û bêrî û kesera di ber wendakiriyan de, li ser zarokên penaber û axa welêt pirtûka helbestan a bi navê “Du ziman û evînek” nivîsand.

Azad Penaber ku malbata wî sala 1992’yan ji ber pirsgirêkên aborî û siyasî ji Pirsûsê koçî Dîlokê kir, hêj 10 salî bû xwişka wî Gulîstan a 21 salî, sala 2001’ê li Dîlokê li nava goristanê bi 7 guleyan ji aliyê kesên qaşo nediyar ve hat qetilkirin û hê jî kujerên wê diyar nebûne. Azad Penaber ê 25 salî, ha li ser bêriya kesên ji destdayî û evîna wan a nîvcomayî, hezkirina welêt, zarokên penaber û hêrsa li dijî kujerên nediyar, helbest nivîsandin û niha jî ew wekî pirtûk weşandin. 

Ev pirtûka Penaber a bi navê "Du ziman û evînek" a ku ji 52 helbestan pêk tê, ji weşanxaneya Ceylan wekî hezar nusxe derçû.  Ji ber ku ziman bûye du tîj, pirtûka wî ya helbestan jî ji helbestên bi Kurdî û Tirkî pêk tê. Penaber da zanîn ku ji ber êdî zimanê civakê bûye du parçe, wî jî helbestên xwe bi du zimanan nivîsandine. 

Penaber, bûyerên li herêmê diqewimin, ciwanên xeyalên wan nîvco mayî, zarokên penaber, kesên kujerên wan nediyar û heskiriyên evînê di rist û helbestên xwe de xemilandin. Penaber dibêje, herî zêde bûyerên di demên dawî de diqewimin tesîr li ser wî kiriye û wiha dipeyive: "Her kes dibîne. Lê her kes nabêje. Min ev hest, kir rist û helbest, û li ser kaxizê rêz kir." Penaber, evîna du ciwanên Kurd ên di teqîna Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayî wiha îfade kiriye: “Minê hîn ji te hez bikira eger ew bombe di dilê min de neteqiya. Minê hîn gelek caran tu hembêz bikira eger destên min parçe nebûya. Minê parçeyên xwe bi destê xwe kombikira û banîya ji te re, ma minê tu bê evîn bihêlaya.” 

‘Ez ê nivîsa helbestan bidomînim'

Penaber destnişan kir ku ji dibistana navîn ve dinivîse, lê komî ser hev nedikir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Herî dawî hevalan ji min re got, nivîsên xwe kom bike. Min jî kom kirin û ev pirtûk derxist. Heta niha rexneyên erênî li min vegeriyane. Min di nava çend mehan de helbestên xwe yên ku min nivîsandine kom kirin û kirin pirtûk. Ez dest ji nivîsa helbestan bernadim. Ez ê nivîsa helbestan bidominim." 


 DÎHABER / DÎLOK