Helbestkareke jin a weke Melayê Cizîrî yan Ehmedê Xanî derneketiye ku helbestkara jin hêzê jê bistîne. Di helbesta Kurmancî ya klasîk de navê helbestkareke jin tine ye ku mîratek jê ji me re mabe.
Janez SAR
Ne tenê di helbesta Kurmancî de di wêjeya cihanê gişî de hejmara helbestkarên jin kêm e. Rastiyek heye ku bi sedan salan jinan karê nivîsê weke her karê din ê bingehîn, mecbûr mane ku ji mêran re bihêlin û gava ku dest bi nivîsê kirine jî heta bên qebûlkirin, bi sedan sal di ser re derbas bûne. Gava ku em li astengiyên li ber jinê dinêrin, di her demê de weke hev in; ji hêlekê li hundir ji hêla malbatê ve misyona ku jê re hatiye fesilandin û ji hêlekê li derve ji hêla civakê ve misyona ku jê re hatiye fesilandin ew ji “xebatên nivîsê” dûr xistine. Ji ber berpirsiyariyên ku li wan likumîne û ji ber di jiyanê de cihê ku ji wan re hatiye veqetandin, ji bo jinê derfeta afirandina berhemekê zehmet bûye. Ev kêm derfetî jî bûye sedem ku di wêjeyê de jin qels bimînin. Em nikarin rewşa jinê ya rastîn nebînin û helbestkariya wê binirxînin. Jin pişti ku mafên xwe yên civakî bi dest dixe, weke di her warê din de di wêjeyê de jî derfeta ku hebûna xwe rê bide bi dest dixe. Di her şaristaniyê de ev rewşa hanê bi awayekî sîstematîk cih girtiye. Jina ku di dema Helenîstîk de li gor “çanda xwedawendiyê” hatiye evirandin û ligel hebûna pergalên demokratîk jî, tim li neheqiyan rast hatiye.
Ji bo em karibin hebûna jinê di wêjeyê de û asta wê bibînîn, divê ewil em li hêza hebûna wê ya di civakê de binêrin. Statuya jinê her çi be, jin weke berpirsyara malê ya ku derdorê dide hev û paqij dike, hatiye qebûlkirin. Çawa ku di nava jiyana civakî, siyasî de jinê cih negirtibe, ti hêza wê ya ku jiyanake serbixwe, jiyaneke aydî xwe ava bike jî tine ye. Ji bo ku karibe bi hêza xwe jiyana xwe saz bike, ti alav di dest wê de nehiştine. Ew li gor pêl û hêza aboriya malbata xwe yan hevseriyê xwe heye, li ser lingan e. Hebûna wê bi gişî bi rewşa ku ew tê de, ne girêdayî ye. Ev yek sedemên gelekî xurt in ku di wêjeyê de cih li jinê teng bibe. Miroveke ku mafên wê yên civakî, siyasî, aborî jê hatibin stendin, gelo wê karibe jiyaneke li gorî dilê xwe bi ser hev bixe. Mirov ji bo ku karibe daqûlî pêdiviyên xwe yên hundirîn bibe, divê ewilî pêdiviyên xwe yên teknikî çareser kiribin.
Helwêsta heqîrkirina jinê
Hişmendiya feodalîzmê, pergala civakên paşvemayî, jinê ji daxwazên wan mehrûm hiştine û nehiştine ku jin rola ku dixwazin li xwe bikin. Lê nêrîna li ser jinê ya kesayetên xwende jî em dibînin ku di hundirê heman çarçoveyê de ye. Ev nêzîktêdayîna li ser jinê, ne tenê baweriyên hişmendiya civakên paşvemayî ye. Kesayetên bi nivîsê mijûl jî heman tişt parastine. Platonê avakarê felsefeya îdealîst ligel weke fîlozefekî femînîst bê zanîn û jinê ji berpirsiyariya zewacê û ji nêrîna zarokê xelas kiribe jî, ew afirîna jinê weke qusûrekê dinirxîne. Li gor wî jin ne tenê ji hêla zayendî ve dijberiya mêran e. Ew dijberiya hemû hêlên mêran in ên ku mêr pê serbilind in. Li gorî wî, jin tenê bi fonksiyona zêdebûnê, bi anîna zarokê xwedî qîmet e. Di dema antîk de ev hişmendiya hanê xwe çawa rê dabe, neguheriye û weha dewam kiriye. Li gorî nivîskarê Fransî, Stendhal “jin tim li dû hestan dihere.” Fîlozofê Elman Friedrich Nietzsche “jinê weke qusûra duyemîn a xwedê” dibîne. Nivîskarê Ingîlîz T. S. Eliot dibêje, “jin jiyana xwe li ser bibîranînan didomînin, ew dijberiya mêran in û qet ji bîr nakin.” Di her civakê de nêrîna mêran a li ser jinê rê dide ku jin ne xwedî wê hêzê ye ku karibe li nivîsê daqûl were. Jinê zeîf dibîne û jê bawer nake ku ji xwe re karibe di wêjeyê de nasnameyekê çêke. Ev rewşa jinê, çawa ku di her civakê de û di her demê de xuya bûbe, di civaka Kurdan de jî bi heman hişmendiyê xwe rê daye.
Di civakê û helbestê te nehatiye dîtin
Jinê ligel van astengî û hişmendiyan helbestkariya xwe parastiye, pênûsa xwe bi hibrê dakiriye û nivîsandiye. Gelo em dikarin derfetên civaka ku helbestkarên jin tê de mezin bûne nebînin? Rewşa heyî ya siyasî, civakî, aborî, çandî hwd. di çi astê de ye divê mirov lê kûr bibe. Ji ber ku ev yek bandorê li nivîsandina wê dike. Rêgezên helbestê herçiqasî li gorî daxwaz, hest, raman û xeyalên helbestkêr têkevin nava dirûvekî jî, ev ji bo helbestkarên jin ne weha ye. Ji ber ku jin, çawa ku bi her tişta xwe ji hêla civakê ve tê sansûrkirin, helbesta wê jî di bin sansûrekê de ye. Astengî û hişmendiya heyî ya li ser jinê di nivîsên wê de jî xwe daye hiskirin. Ji zimanê helbesta wê heta bi mijarên wê, giş di bin bandora rewşa civaka helbestkar tê de, dimîne. Pêl û hêza civaka ku helbestkêr tê de ye, çi be, helbestkar jî hinekî ew e. Ji ber vê, gava ku em helbeskariya jina Kurd binirxînin divê em vê ji bîr nekin.
Gava em li civaka Kurdan û rewşa ku tê de ne, dinêrin ji bo helbestkariya jinê zemîneke pirr xurt tine ye. Li tevahiya cihanê, hem di dema kevn de û hem di dema nûjen de, di nava civakên pêşketî de jî çawa ku jinê derfetên pirr baş bi dest nexistine ku hebûna xwe kanalîzeyî nivîsê bike, ev yek di civakên paşvemayî de dijwartir bûye. Gava em ji helbesta Kurmancî ya klasîk dest pê bikin, û li rewşa helbestkariya jinê bikolin, em li dîmeneke ku dilê helbestkarên jin ên Kurd rehet bike, rast nayên. Helbestkareke jin a weke Melayê Cizîrî yan Ehmedê Xanî derneketiye ku helbestkara jin hêzê jê bistîne. Di helbesta Kurmancî ya klasîk de navê helbestkareke jin tine ye ku mîratek jê ji me re mabe. Weke tê zanîn, di civakên paşvemayî de jin tim ji mêran kêmtir hatiye dîtin. Çawa ku ji bo jinê cihê herî maqûl mala wê hatibe dîtin û ji jiyana civakî hatibe dûrxistin, ji perwerdehiyê jî ewqasî mehrûm hatiye hiştin. Ev jî dibe sedem ku jin nikaribe bi nivîsê dakeve, ne mumkin e ku bi nivîsê re têkîldar be. Çawa ku di helbesta klasîk de mijara bingehîn ol bû, di civaka Kurd de jî “ol” têgeheke bingehîn bû. Têgeha “ol”ê di nava jiyana Kurdan de xwedî roleke mezin bû. Civaka Kurd gava xwe li ser bîr û baweriya olî bi rêkûpêk dixist, vê yekê diveda jinê jî. Mirov dikare bibêje ku çavkaniya hişmendiya li ser jinê hinekî ji ber baweriya olî jî bû. Di helbesta klasîk de em çawa ku li berhemeke helbestkara jin rast nayên, em nabînin ku ti fikr jî li ser helbestkariya wê hatiye nîşandan. Di civakê de çawa ku hebûna wê ne li ber çavan be, hebûna wê weha derneketiye pêşberî helbestê jî.
Hawar jî mêr bû
Di helbesta Kurmancî de bingeha helbestê herçiqasî ji rêûresmeke xurt bê jî, ji ber rewşa siyasî ya ku nehiştiye Kurd bêhna xwe bidin û bistînin, xebatên wêjeyî ne tenê ji bo jinê ji bo mêran jî gelekî dijwar bûne. Ligel tundî û polîtîkayên bişaftinê yên li ser Kurdan, piştî helbesta klasîk em li ekola “Hawar”ê rast tên a ku li ser zemînekî xurt bingehek ji helbesta nûjen a Kurmancî re çêkiriye û nûjentiya helbestê daye destpêkirin. 57 hejmarên kovara “Hawar”ê hatine weşandin. Hejmara wê ya ewil di sala 1932´yan de û ya dawî jî di sala 1943´yan de derketiye. Piştî ku di sala 1930´î de serîhildana Agiriyê têk dihere, di van salan de ku ji hêla siyasî ve têkçûyînek xwe rê dide, Kurdên Bakur berê xwe didin Sûrî. Qedrî Can û Reşîdê Kurd ji Dêrika Mêrdînê, Nûredîn Zaza ji Amedê, Osman Sebrî ji Semsûrê derbasî Sûriyê bûbûn. Bi alîkariya wan Celadet Bedirxan dest bi amadekirina alfabeya Kurdî kiriye, bingeha rêzimanê daniye û daqulî zimanê Kurdî bûye. Wî ev xebatên zimên hemû kanalîzeyî derxistina kovara “Hawar”ê kirine û ev xebatên rêzimanê ji bo helbestkarên ekola “Hawar”ê jî dibin zemînekî xurt. Lê ekola “Hawar”ê ji helbestkar û nivîskarên mêr pêk tê û gava em li ekola “Hawar”ê dinêrin em tenê pêrgî navên du nivîskar/helbestkarên jin tên ku mîratek ji wan ji me re maye. Derfeta ku jina Kurd tevlî jiyana civakî û siyasî bibûya, hebûya, dibe ku bi kadroya “Hawar”ê re bihatana cem hev û hêza jinê jî di vê xebata kovarê de cih bigirta.
Bi qasî derfetên civakê jin hebû
Di “Hawar”ê de navê ku em lê rast tên, yek jê “Rewşen Bedirxan” e, ya ku bi gotarên xwe yên di “Hawar”ê de bala jina Kurd dikişîne ser xwendin, nivîs û zanistê. Bang li jina Kurd dike û dibêje; ji bilî xebatên mal û zarokan divê jin bi xebatên weke xwendin û nivîsê re jî mijûl bibin. Xwestiye ku ji rewşa jinê re di kovareke wêjeyî ya weke ya “Hawar”ê de bibe deng. Li ser nivîsên “Rewşen Bedirxan” em bandora demê dibînin ku rewşa jinê ya heyî kiriye mijara gotarên xwe û xwestiye vê ragihîne civaka Kurd. Di gotareke xwe de dibêje; “Mêrên ku bexta netewan di destên xwe de dibin, li ber destên jinan xwedî dibin.” Divê em vê jî bi bîr bînin ku “Rewşen Bedirxan” ji malbata “Bedirxan”iyan tê. Wek ku tê zanîn malbateke xwende, zane û xwedî hişmendiyeke pêşketî ye. Malbata Bedirxaniyan malbateke weha ye ku; Osmaniyan ji ber ku li malbata Bedirxaniyan çûyîna Kurdistanê qedexe kiribû, Emîn Elî Bedirxanê bavê Celadet Bedirxan, gava li Stenbolê li miştextiyê bû, ji bo gihandina zarokên xwe ya bi çand û zimanê Kurdî ji Kurdistanê çîrokbêj, dengbêj û mamostayên zimên dianîn. Ev jî rê dide ku li ser rewşa jinê, tişta herî diyarker ew pêl û hêz e ku malbat û civaka ew tê, lê dike. Ya ku derfet daye “Rewşen Bedirxan”ê hinekî malbata wê ye jî. Di kovarê de ji bilî “Rewşen Bedirxan” di hejmara 17´an de nivîsa bi navê “şêx û axa û mineweran”, di hejmara 22´yan de nivîsa bi navê “tarîxek”, di hejmera 23´yan de jî helbesta bi navê “dilmestî” tenê li çend nivîsên nivîskara bi navê “Evîn Ciwalek” rast tên. Piştî “Hawar”ê, Celadet Alî Bedirxan kovara “Ronahî”yê ji sala 1942´yan heta sala 1944´an 28 hejmar derxistine. Em di vir de jî li helbestkareke jin rast nayên ku tevî xebatên wêjêyê bûbe.
Azadî herî zêde li helbestê tê
Piştî “Hawar” û “Ronahî”yê demeke dirêj helbesta Kurmancî di nava valahiyeke mezin de dimîne û bi pêş nakeve. Civaka Kurd ji ber ku ne xwedî hêzeke siyasî bû û ne jî xwedî aboriyeke mezin bû, xebatên weke wêjeyê jî lawaz dimînin. Çawa ku bi xêra hem helbestkarên me yên klasîk hem jî yên ekola “Hawar”ê, dîrok û dem bi navên helbestkaran, bi nivîsê di bîra mirovî de cih digrin. Em wiha bawer dikin ku ya ku civakan bi pêş dixe helbest e û di civaka bipêşketî de jî jin bêhtir azad e. Ji bo her xebatê azadî hewce ye, lê azadî herî pirr li helbestê tê. Ji ber ku helbest vegotina hest, raman û xeyalan e; divê helbestkar biqasî pêlên deryayê azad bin gava ku bixwazin deryaya xwe biterikînin û xwe li peravê bixînin.
Di helbesta Kurmancî de pîvanên nûjentiyê bi awayekî sîstematîk piştî salên 1930´î xwe rê didin. Guherîn weke ya di helbesta cihanê de di heman pêlê de pêk nehatiye. Li Ewrûpayê ji bo derbasbûna modernîteyê çar şoreşên girîng çêbûne; şoreşên zanyarî, siyasî, çandî û teknîkî, pişesazî. Di encama van şoreşan de şaristaniya ku derket holê, mirov dikare wê weke dinyaya modernîzmê ya ku êdî xwe ji rabirdûyê vediqetîne, ew dinyaya ku êdî bi rêbazên wekî din tê nirxandin, rê bide. Piştî peydekirina dinyayeke nû, di wêjeyê de jî lêgerîn dest pê dike yan jî tiştên ji rêûresmê li gorî hişmendiya demê sîstematîze dibe. Bi vî awayî li gorî modernîzmê divê di wêjeyê de form, stîl û zimanê ji rêûresmê bên guherîn, yên nû cih bigirin, li gorî mekanîzmaya demê mijarên nû bên keşifkirin. Bi vî awayî helbesta modern li ser rexnekirinê ava dibe û bi rexnekirinê di ruhê helbestê de dînamîzmeke xurt çêbûye. Bi bandora hewcedariyên nû helbestkar dikeve nava tevgerekê da ku di helbestê de guherîn pêk bê.
Guherînên di wêjeyê de bi yên zanyarî, siyasî, çandî û teknîkî, pişesaziyê re pêk tê. Civak gava ku dikeve nava guherînan, helbestkar jî weke endamekî civakê, pêdiviya guherînan hîs dike. Li Ewrûpayê gava şoreş çêdibû û guherîn pêk dihat, li Kurdistanê hêzeke Kurdan a siyasî tine bû û Kurd di nava polîtikayên bişavtinê de bûn. Ji ber vê jî bandora şoreşên li Ewrûpayê, li Kurdistanê xwe rê nedaye. Li Kurdistanê ew hêz tine bû ku li wir jî pêk bihata. Rewşa erdnigariya Kurdistanê û dînamîkên sosyo-polîtîk ên li ser civaka Kurd, bandor li helbesta wê jî kiriye. Li Ewrûpayê gava şoreş çêbû û di her warî de guherîn çêbû jî xwe rê da. Bi vê bipêşketinê re nêrîna li ser jinê li gorî ya li Kurdistanê jî, li ciyekî pêştir ket. Ev rewşa hanê jî ji jinê re ji bo xebatên nivîsê derfetên nû çêkirin. Ji ber derenghatina nûjeniyê ya li Kurdistanê, pêşketina rewşa jinê jî bi derengî ket.
Asîmîlasyona dewleta Tirk
Piştî ku temsîlkarên kadroya Hawarê ya ku nûjenî anîne Kurdistanê, helbesta Kurmancî xistine nava dînamîzmê, ji hev belav dibin, helbesta Kurmancî dikeve nava bêdengiyekê, qelsiyekê. Li Tirkiyeyê ji ber tundî û qedexeyên li ser Kurdî, di warê zimên, di warê nivîsa Kurdî de lawaziyek çêdibe. Nêzîktêdayîna ku ne Kurd ne jî zimanê Kurdî heye, dibe polîtîkaya komara Tirkiyeyê û ev yek bandorê li xwendin û nivîsîna Kurdî jî dike. Polîtîkayên bi vî rengî rê li ber Kurdî digirin û Kurd berê xwe didin zimanê serdestan Tirkî. Herçiqasî destpêka nûjeniya helbesta Kurmancî ji ekoleke weke ya Hawarê, ekoleke bingeha wê xurt derketibe jî dewam nekiriye. Nivîskar û helbestkarên bi eslê xwe Kurd ji ber zordariya komara Tirkiyeyê berê xwe dane Tirkî û xebatên xwe bi vî zimanî kirine. Vê yekê rêya li ber helbesta Kurmancî xetimandiye. Ji ber sedemên siyasî, ji ber tundî û qedexeyên li ser zimên, helbesta Kurmancî piştî salên 1940´î heta salên 1980´yî zêde bi pêş neketiye. Di atmosfereke weha de ji bo jinê derfeta ku karibe bi nivîsê, mijûl bibe, bi dest bixe, bêhtir dijwar bû. Ji ber ku jin ne di jiyana civakî de ne jî di jiyana siyasî de çalak bûn ku hêzekê bi dest bixin û xwe li dora vê hêzê bicivînin ku vê hêzê di nivîsê de jî bi kar bînin.
Piştî wexteke dirêj li komara Tirkiyeyê, kovarek bi Kurdî dest bi weşanê dike. Ligel qedexeyên li ser zimên, kovara bi navê “Tîrêj”ê di sala 1979´an de dest bi weşanê dike. Hejmara “Tîrêj”ê ya ewil weke qedera kovar û rojnameyên Kurdî yên din, li mişextiyê, li bajarê Izmîrê derdikeve. Lê temenê vê kovarê ewqasî ne dirêj e, tenê çar hejmaran derdixe. Li Tirkiyeyê di sala 1980´yî de ji ber darbeya eskerî li Bakur gelek Kurdên rewşenbîr, nivîskar, helbestkar mecbûr dimînin ku derkevin derveyî welêt. Kovara Tîrêjê jî ji ber heman sedemê weşana xwe disekinîne. Her çiqasî temenê wê qut be jî di kadroya vê kovarê de helbestkarên ku îro di helbesta Kurmancî de xwedî nasnameyeke xurt in, cih girtine. Helbestkarên weke Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh ku îro di helbesta Kurmancî de bi xebatên xwe xwedî rolekê ne, ji kadroya kovara “Tîrêj”ê tên. Em dîsa ji qadroya vê kovara wêjeyî tê derdixin ku rewşa jinê neguheriye. Jin di vir de jî tevlî xebatên nivîsê nebûye û di helbestê de cih negirtiye. Di salên 1990´î de li Stenbolê piştî damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi salekê, NÇM´ê kovara bi navê “Rewşen” derxist. Bi derketina vê kovarê re wêjeya Kurmancî dikeve nava tevgerekê û bi vê tevgerê re jî xebatên wêjeyî heta îro didomin.
Helbest çalakî ye
Dînamîkên helbesta Kurmancî tim li gorî rewş û statuya civaka Kurd a siyasî guheriye. Ji ber bindestiyê neteweya Kurd, helbestkaran helbest ji bo serbestiyê kirine argûmaneke xurt. Li nav neteweyeke weke Kurdan bindest, ji bo serbestiyê helbest ne tenê gotin e, rêyeke çalakiyê ye jî. Piştî salên 1990´î rewşa heyî ya siyasî ketiye nava dînamîkên nû û ev yek teyisiye wêjeyê jî. Şerê ji bo azadiyê bi mekanîzmayên nû gurr dibe û ev yek hişyariyekê li meydana wêjeyê jî çêdike. Herçiqasî qedexe û tundiyên li ser zimên xwe rê bidin jî, di helbestê de bêdengiya bi salan bi dawî dibe. Bi nifşekî nû helbesta Kurmancî ber bi pêşketinê ve pêl vedide. Xwedî derketina li nasnameya xwe ya neteweyî bi rêya helbestê pêk hatiye. Hewldana helbestkaran ew e ku bi rêya hêza çand û hunerî li hemberî tinekirinê li ber xwe bidin. Li ser vê armancê helbest li ser axa Kurdistanê biqasî ku karekî gotin û bêjeyan e, dibe çalakiyeke siyasî jî.
Her çiqasî rewşa civakî û ya perwerdahiyê ya jinê di van salan de neguheribe jî jina Kurd di nava şerê ji bo azadiyê de cih digire. Mirov dikare bibêje, ev yek dibe sedem ku jin ji hundirê malê derkevin û tevlî jiyana derve bibin. Ji ber ku êdî jin jî di meydaneke girîng a weke ya şerê ji bo azadiyê de dibe xwedî rol, ev yek baweriyê û hêzê dide wê. Jin bi vî awayî piştî salên 1990´î çawa ku tevlî jiyana siyasî dibin, tevlî jiyana civakî û ya herî girîng tevlî xebatên wêjeyê dibin. Em êdî navên helbestkarên jin û berhemên wan dibînin ku nasnameyeke jinê jî di helbesta Kurmancî de çêdibe. Rewşa jinê ya di helbestkariyê de mixabin îroj ne li asteke gelekî baş e ku dilê mirov rehet bike. Her çiqasî em bi helbestkariya jina Kurd serbilind bin jî ev yek helbesta Kurmancî têr nake. Helbet dînamîkên ku di nava civaka Kurd de bandorê li wêjeya xwe bike jî û ji bo ku karibe wêjeya xwe xurt bike ne ewqasî bipêşketî ne, lê divê jin bi gişî xwe bi rewşa civakê ve girênede û vê bi destê xwe biguhere.
Heger jin xwezaya xwe weke bêhêziyê û bindestiyê bi nav bike dê ticarî xwe negihîne radeya serbestiyê. Divê jin berî her tiştî ligel rewşa xwe, ligel xwezaya xwe ya jintiyê karibe bijî, tevbigere ango binivîse. Heger çewisandinek, qedexeyek li ser organîzmayekê hebe yan ji terefî hinekan tê kirin ya jî mirov bi destê xwe, bi xwe dike. Di jinê de ev her du rewş jî hene û bûne sedem ku jin di nivîsê de vênekeve. Di rewşeke weke ya jinê de ango di êşê de tişta ku dê bunyeya mirovî xurt bike nivîs e, bêje ne; ji bilî bêjeyan tiştekî ku wê ber dilê mirovî xweş bike, wê tine be. Li gorî nivîskara Ingîlîz Virginia Woolfê gotî, “di berhemdariyê de ji bo xebatê divê odeyek jinê, odeyek ku jin lê azad bixebite hebe.” Lê bi ya min, jin ji bo ku xwe bigihîne dinyaya bêjeyan, hewce nake ku ewil odeyeke wê ya ku bi awayekî azad karibe lê bixebite hebe; jin berî ciyekî, erdekê, mekanekî azad, divê xwedî kesayeteke azad be. Piştî ku jinê giyanê xwe azad kir, azadiyên din jî wê li dûv werin. Ji ber ku ya ku odeyan, ciyan, mekanan, axan dê azad bike, ew giyanê azad bi xwe ye. Ji ber vê, divê jin ewil erda dil û bîra xwe azad bike. Ji ber ku ciyê ku karibe lê bijî û ji bêjeyên wê re deriyê xwe veke, ev der in. Heta ku vî hundirî safî neke, vî hundirê ku bi salan e dewisiye, vala neke, ti derê ku jin lê bijî, dê negihêje azadiyê!
Rewşa jinê dişibe rewşa neteweyeke bindest. Heta ku kes xwe ji derûniya bindestiyê rizgar neke û xwe tim bindest his bike, wê ticarî xwe negihîne azadiyan. Çawa ku ji bo neteweyeke bindest, serdestên wan ji bo tinekirina wan xwedî metodolojiyên xurt bin, li ser rewşa jinê jî heman mekanîzma dixebite. Ya girîng ew e ku divê ne bindest bindestiya xwe weke qederekê û ne jî jin rolên ku jê re hatiye fesilandin weke qederekê qebûl bike. Her çiqasî civaka ku helbestkar pê re dijî, bandorê li helbestkariya wê bike jî, civaka helbestkar çi be helbestkar jî hinekî ew be jî, divê ev yek veguhere û helbestkar karibe bandorê li civaka xwe bike. Rola ku helbestkara jin wê pê rabe jî divê ev yek be. Divê bi xebatên xwe civakeke bindest weke ya Kurdan bi berhemdariya xwe bi pêş bixe. Di civakakê de “nivîs û xwendin” çiqasî pirr be, ew civak jî ji bo bipêşketinê ewqasî guncaw e, amade ye. Ya ku civakekê tîne asteke bilind û rê li ber bipêşxistinan vedike “nivîs”e. “Nivîs” ji bo jinê derfeta herî mezin e ku dikare bi hêza nivîsê sansûra li ser hebûna xwe, rake. Ji ber rewşa hanê ya jinê, êşa jinê tim bêhtir e û ji bo nivîsê rewşa herî guncaw jî rewşa wê ye. Ev êşa ku firk xistiye dilê wê, alava wê ya herî xurt e û hay jê tine ye ku di hundirê wê de êdî alavek berhemdariyê kok vedaye. Hundirê jinê tijî ye; çawa ku dilê wê bi kulan, bîra wê bi êşan û çavên wê bi hêsiran tijî ne, divê pênûseke jinê jî hebe û bi hibrê tijî be. Pênûsek ku biqasî hundirê wê mişt be!
Çavkanî
Arî, Arjen, Bakurê Helbestê Antolojiya Helbesta Bakur, weş. Evrensel, Stenbol, 2012
Batur, Enis(amd.): Modernizmin Serüveni, YKY, Stenbol, 1999 Hawar, Hej. (17, 22, 23), weş. Belkî, Amed, 2012
Minorsky, V., Th. Bois, D.N.Mac Kanzie: Kürtler ve Kürdistan, wer. Kamuran Fıratlı, weş. Doz, Stenbol, 2004