Bavê zarokê 15 salî yê bi navê Ahmed Kenjo, li Kobanê di şerê li hemer çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Kenjo bi tevî dayik, xwişk û birayên xwe hatin navçeya Licê ya Amedê, ji bo bavê xwe û Kobanê helbestan dinivîsîne.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kantona Kobanê kirin, 3 meh berê malbata Kenjo koç kirin û li navçeya Licê ya Amedê bi cih bûn. Bav Ezedîn Kenjo şervanê YPG'ê bû û li eniyan li hemberî çeteyan Kobanê diparast. Birayekî Ehmed Kenjo jî li nav refên YPG'ê li hemberî çetayan şer dike. Ahmed Kenjo bi hunera xwe bala hemû kesî dikişîne û tiştên ku hatiye serê wî bi helbestan tîne ziman. Piranî jî li ser Kobanê helbestan dinivîsîne. 

Her wiha Kenjo bi tarzê rep ê muzîkê stranan dibêje û kesên ku wî guhdar dikin matmayî dimînin. Kenjo da zanîn ku ji bo diyariya kesên ku di parastina Kobanê de jiyana xwe ji dest dane helbestan dinivîsîne. Kenjo anî ziman ku di rojên destpêkê yê berxwedanê de bi dest nivîsandina helbestan kiriye û helbesta ku ji bo bavê xwe nivîsandiye wiha ye; 


Bavê min 


Bavê min, min dîrok li ser te dinivîsand

Tu çima pelga talê ji naynî

Min ji te hez dikir 

Te çima dilê min êşand

Tu genc bûyî, te jiyana xwe bi serî nekir?

Te got şehadet şêrîn e min jî ji te bawer kir.

Te çima negot ketina bavê min xwedayo

Te çima mizgîn çetîn da 

Te wiha wek agirê hêdî bi dilên min de daniya

Bila perçeyek hêdî ji dilê min hêdi jê xista.

Min dît rojek di xewnê de

Eger hûn şûna şehîdan bibînin, hûn ê li ser xwe bigrin.

Me go lê tu ji me çi dixwazî? 

Got min ji bîr nekin.

Min got bila werin dilê min vekin

Bi kêran perçe perçe hîn bikin.

Nikarin te ji dilê min derbixin.

Min got ax Kobanê Kobanê

Min sozek ji te re danî

Ku te vegerînin, berfên li te bibarînin

Ku te vegerînin baranan li te bibarînin

Min rojek dî xewnê de got negrî

Min got ez aşiqê Miştenûr im

Lê çi bikim ez jê dûr im

Got ez Kurd im birîn kûr im

Got şev û roj lê digerim, dixwazim lê vegerim tê de bigerim

Got gul im gulek naz im.

Ji teyran teyrê baz im.

Got ez azadî dixwazim, ez aştî dixwazim

Got ez hêsiran dibarînim

Janên xwe dişînim û min gava dilê xwe vekir kul û derdan dibînim

Got rast e ez xemgîn im

Raste ez dilbirîn im

Gava ez dikenim dilê dayika dikenîn im, ez bi kenê xwe çûçika difirînim

Got gava pêşta têm dijmin paşde dixînim

Gava ez deng dikim hêza dijmin dihejînim

Ez bi hesret û agirê dile xwe çeteyan dişewitînim

Got ez bi adeleta dilê xwe neheqiya dijmin dişkînim

Got ez bî ronahiya çavên xwe tirsa dijmin dibînim

Got ez bi nas im, bi mal im, bi zarok im, bi dîn im. 

Got ez stêrk im ezman dixemilînim.

Got ez Şêr im Bavê Şêro Ez Şehîd Ezedîn im…"


METÎN BEKÎROGLU/DÎHA/AMED