
HARÛN HÊVÎ / ERÎVAN
Rewşenbîrê Kurd Elîxanê Memê pêr li gundê Şamîranê yê Erîvanê li kêleka dê û bavê xwe hat veşartin.
Piştî nexweşiya demdirêj, helbestvanê Kurd, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdî yên Ermenîstanê, rojnamevan, rêdaktorê rojnemeya ZAGROS’ê Elîxanê Memê koça dawî kir.
Ji bo oxirkirina Elîxanê Memê, tevî malbat û hevalên wî bi sedan kes ji gund û bajarên Ermenîstanê amade bûn. Piştî wecîbeyên olî hatin temamkirin, Elîxanê Memê hat veşartin. Dûvre gel ji bo sersaxiyê derbasî salona ku li gundê Şamîranê hatî amadekirin bû û li vir têkîldarî jiyana Elîxan axivîn.
Di nav civaka Ermenî de mezin bû
Elîxanê Memê, sala 1948, 6’ê meha Çileyê li Komara Ermenîstanê navçeya Aragasotnê, mintiqa Eşterekê, gundê Koşêda ji malbeteke Kurdên Êzîdî hatiye dinê. Zarokatiya wî di wî gundî de derbas bûye. Xwendina xwe ya deh salan li dibistana gundê xwe yê Koşêda domandiye.
Piştî dibistanê temam dike, diçe Yêrêvanê Zankoya dewletê fakûltey fîlolojiyê beşa rojnemevaniyê. Sala 1973’yan, Elîxanê Memê xwendina xwe ya zanîngehê temam dike.
Elîxanê Memê ku di nav civaka Ermenî de mezin bibû, bi giranî berhemên xwe bi zimanê Ermenî dinivîsî û diweşand. Elîxanê Memê hê dema zarok bû, helbestên wî di rojname û kovarên Komarê de dihatine weşandin.
Bi Kurdî jî berhem da
Sala 1983, pirtûka wî ya destana “Kênasî Sov”û ya helbestan ‘’Kar”, bi zimanê Ermenî ronahî dîtin. Lê sala 2004 û 2009’an pirtûkên wî yên bi navê “Arêvî Yêrkîr (Welatê Rojê)”, “Nûra Zagrosê” bi zimanê Ermenî hatin weşandin.
Berhemên Elîxanê Memê bi zimanê dayikê jî hatine weşandin.
Sala 1989, berhevoka afirandinên nivîskarên Ermenîstanê ya “Bahara Teze” bi zimanê Kurdî, li Yêrêvanê berhema wî ya “Surra Hisretê” ronahî dît. Sala 2004, dîsa bi zimanê Kurdî destana wî ya “Ax û Nan” û berhema wî ya “Nûranî” ronahî dîtin.
Madalyaya ‘’MOVSÊS XORÊNASΔ dan
Elîxanê Memê ji sala 1990’î heta îro serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Ermenîstanê ya Beşa Kurdî dikir. Ji sala 2007’an heta îro, redaktorê sereke yê rojnameya ZAGROS’ê bû.
Dewleta Ermenîstanê, kar û xebatên Elîxanê Memê bi qîmet dîtiye. Ew hêjayî gelek hurmetname û xelatan dîtine, her wiha Serokkomar Sêrj Sargsyanda jî Elîxanê Memê hêjayî madalyaya payebilind a ‘’MOVSÊS XORÊNASΔ dîtiye.