Di demekê de ku Sûriye bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn û xwîna gelê Sûriyê diherikê, hêzên hegemonîk ên cîhanî hemû şerê xwe li bakurê Sûriyê dikin. Ji bo karibin li ser Sûriyê bibin xwedî gotin, pêwîst dîtin ku li ser erdê bibin xwedî hêza wekhev.
Bi qasî ku hêzên koalîsyonê giranî da ser Reqayê, Rûsyayê jî giranî da ser Helebê. Hêzên koalîsyona navdewletî ya li dijî DAÎŞ’ê xwest li ser tevahiya bakurê Sûriyê bibe xwedî bandor, lê Rûsyayê ev yek qebûl nekir û di mijara girtina Helebê de israr kir. Li ser vê yekê pir vekirî nebe jî bi hêzên koalîsyonê re bi awayekî nepenî li hev kirine ku li bakurê Firatê ew bibin xwedî bandor. Li ser vê yekê Rûsya ji lawazî û hêrsa Tirkiyeyê ya li beramberî statuya Kurdan sûd wergirt û bi wan re li hev kir.
Bêguman ger Tirkiyê hevkariya Rûsyayê qebûl kiribe jî, ev bi saya têkoşîna hêzên me yên leşkerî û gelê me çêbû. Ger me bi têkoşîn û berxwedana xwe dewleta Tirkiyê û çeteyên wê tengav nekira, bi hêsanî nediçûn ber lingên Rûsya û bi wan re li hev nedikirin. Di encamê de tifaqa ku çêbû li ser hesabê gelên bakurê Sûriyê çêbû. Wan texmîn nedikir ku hêzên me dikarin li beramberî hemû teknîk û êrişên Tirkiyeyê li ber xwe bidin û qadeke mezin rizgar bikin. Ji bo wê plana ku wan di navbera xwe de çêkirî, Erdogan wê çeteyên xwe ji Heleb bikişînê û ew jî Babê bigirin. Lê berxwedana Ceyş el Siwar li milê Şehba û ya QSD’ê jî li milê Minbîcê hişt ku hesabên wan ên li ser Bab û Helebê weke plankirî, neçin serî.
Di dema şer li Helebê giran bûyî de, hêzên Ceyş el Siwar beşeke mezin ji Helebê girtin û bi deh hezaran gelê sivîl ji herêmên şer rizgar kirin. Niha 6 taxên Rojhilatê Helebê di destê Ceyş el Siwar de ne, di demeke nêz de ku herêm ji bermahiyên şer werê paqijkirin, gelê herêmê dikare vegerê cihê xwe, li wir bi cih bibin û xwe bi xwe bi rêve bibin. Jixwe, bi dehan salan e gelên li Helebê dijîn li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan bi hev re dijîn. Hertim rejîmê fitne dikir nava gelên li wir, lê ti pirsgirêka gelên Helebê bi hevdû re nîne.
Niha bi deh hezaran gelên li taxên Rojhilatê Helebê li Şêxmeqsûd in û gelê me yê Şêxmeqsûd pariyê nanê xwe bi wan re parve dike. Ji niha ve gelên wan taxan hemû gotegotên li ser Şêxmeqsûd dihatin gotin, derew derxistin û ew her tiştê xwe bi wan re parve dikin. Ji bo wê, gelên li wir li ser hîmê biratî û jiyana hevbeş dikarin di nava pergaleke demokratîk de xwe bi rê ve bibin. Bi vî ruhê biratiyê dikarin bi hev re herêma Babê û tevahî bakurê Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê paqij bikin.
Ji ber ku niyeta Tirkiyeyê dagirkerî ye û dixwaze mîna lîwa Îskenderûn, rojhilatê Firatê jî dagir bike û bi ser Tirkiyeyê ve bike. Lê yekitiya gelên li herêmê dikare van planan pûç bike û bi pergala demokratîk û jiyana hevbeş dikare bibe model ji bo tevahiya Sûriyê. Heleb hem bi dîroka xwe hem jî bi çanda xwe ji vê yekê ne dûr e, bi vî awayî dikare hemû planên bi qirêj ên li ser herêmê pûç bike. Ji bo wê hemû gelên li herêmê bi taybetî jî gelê me yê Ereb pêwîst e bi hemû hêza xwe li dijî dagirkerî û hevkariyên bi qirêj dengê xwe bilind bike. Ev yek dê welatê me Sûriyê ji vê kabûsê xilas bike.