Hêzên rejîma Sûriyeyê tevî hêzên mutefîk di operasyona kontrolkirina Helebê de qadên stratejîk bidest xistin. Di operasyon û şerê ku li Rojhilatê bajêr tund bû de 7 taxên nû hatin bidestxistin û ji sedî 75 ê bajêr ji çeteyan hate paqijkirin. Yek ji cihên kete destê rejîmê, taxa El Şaar a li navenda bajêr e, xwedî cihekî stratejîk e. 

Taxa le Şaar ji ber girîngiya xwe mîna ‚ dilê Helebê‘ tê binav kirin. Piştî şerê tund tax ji pêr êvarî ve kete destê hêzên rejîmê. Li herêmê balafirgeha navneteweyî jî hate bidestxistin. Ji destpêka operasyonê ve 35 taxên bajêr ketine destê hêzên rejîmê û hêzên hevkarên wan. 

Desteka Rûsyayê rewş guherand

Hêzên girêdayî rejîma Beşar Esad di Mijdarê de li bakûrê Helebê operasyoneke berfireh dabûn destpêkirin. Rûsyayê jî bi hêzên hewayî destek da operasyonê. Bi desteka hewayî ya Rûsyayê ve rêçûna şer hate guhertin û serdestiya hêzên rejîmê dest pê kir. 

7 tax di destê YPG’ê de ne

Li aliyê din hêzeke ku li bajêr bi bandor e û darbeyên giran li çeteyan dixe YPG/YPJ ye. Di pêngavên demên dawî de 6 tax hatin bidest xistin. Hêzên YPG/YPJ’ê tapên Şêx Xidir, Şêx Faris, Heyderiyê, Hulok, Bostan Paşa û  Beidîn li qadên di destê xwe de zêde kirin. Her wiha êrîşên çeteyân ên li ser taxa Şêx Meqsûd jî ji aliyê YPG/YPJ’ê ve hatin bêbandor kirin. 

Ji ber şerê dijwar û êrîşan sivîlên Helebê xwe diavêjin taxên Kurdan. Hat ragihandin ku heta niha 80 hezar sivîl derbasî taxa Şêx Meqsûd bûye. 

Çete ber bi Îdlibê vedikişin

Piştî pêşketina serweriya hêzên rejîma Şamê komên çete ber bi Îdlibê ve diçin. Komên ku di bin dorpêça hêzên rejîmê de ne jî di rewşeke xerab de ne. Çavkaniyên herêmî radigihînin ku di demeke kurt de wê ev herêm jî ji çeteyan werin paqijkirin.

Hewldanên Tirkiyeyê bê encam man

Pêşniyarbiryara agirbest a ji bo Helebê roja Duşemê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hate rojevê lê ev daxwaz ji aliyê Rûsya û Çînê ve hate weto kirin. Rusya û rejîma Esad bang li komên çete yên mîna Fetîh el Şam (El Nûsra), Ehrar El Şam çeka deynin û ji herêmê vekişin. Lê belê komên çete ev yek qebûl nekirin. Lê belê piştî bombebarana giran komên çete xwestin bi navbeynkariya Tirkiyeyê derfeta vekişînê were dayin. Ji bo vê yekê jî rayedarên Tirk bi Rûsyayê re hevdîtin kirin. Her wiha Konseya Pêşengiyê ya Helebê ku ji komên çete pêk tê doh banga agirbesteke nû kir. Lê belê Esad û Rûsyayê ev daxwazî li ber çavan ne girtin û ragihandin ku heta hemû çete werin paqijkirin wê operasyon berdewam bike. 

Mîralayê Rûs jiyana xwe ji dest da

Payebilindekî leşkerî yê Rûsyayê ku desteka şêwirmendiyê dida hêzên rejîma Sûriyeyê li başûrê Helebê  jiyana xwe ji dest da. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Mîralay Ruslan Galitsky bi giranî birîndar bûye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.


  HELEB